ROJANE
Hemû Nûçe
-
Hejmara leşker û polîsên li Sûrê hatin kuştin zêde dibe
Li dijî hêzên dewleta Tirk ên êrîşî navçeya Amed Sûrê dikin, berxwedana YPS'ê bi xurtî didome. -
Zarokê bi guleya polîsan birîndar bû ji aliyê mejî ve mir
Zarokê bi navê Mahmût Çakir ê li Edeneyê bi guleya polîsên Tirk birîndar bû, mejiyê wî mir. -
Demirtaş: AKP di şer de bi israr e; em ê serî netewînin
Hevserokê HDP’ê yê Giştî Demîrtaş diyar kir, ku Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû di şer de israr dike û got, "We ew der kirin dojeh, Toleradoya çi." -
Ciwanên ji bo Cizîrê Midûriyeta Bajêr a Tenduristiyê dagir kirin hatin binçavkirin
Ciwanên HDP û HDK'yî, ji bo şermezarkirina asêhiştina birîndaran li jêrzemîna avahiyek li Cizîrê, Midûriyeta Bajêr a Tenduristiyê ya Stenbolê dagir kirin. Polîsên Tirk çalakger binçav kirin. -
Daxuyaniya NY têkildarî Cizîrê: Dîmen mirovan şoq dike-HAT NÛKIRIN
Komîserê Bilind ê Mafên Mirovan ê Neteweyên Yekbûyî (NY) Zeîd Ra'ad Al Hûsseîn diyar kir ku dîmenên ji Cizîrê hatine mirovan şoq dikin û bang li Tirkiyeyê kir, ku hurmetê nîşanî mafên mirovan bide. -
Konferansa Jinan a CÎK: Rawestandina li dijî zilma AKP’ê îbadet e
Şaxa Jinan a CÎK’ê li Bremenê konferans li dar xist. Di konferansê de hat diyarkirin ku Îslam, rawestandina li dijî zilmê îbadet dihesibîne, banga têkoşînê li dijî qetlîamên AKP’ê yên li ser Bakurê Kurdistanê hat kirin. -
Bûlût: Çareseriya bêyî PYD'ê wê nîvco be
Pisporê Rojhilata Navîn Faîk Bûlût, ji ber astengiya Tirkiyeyê venexwendina PYD'ê ji civîna Cenevre-3 re nirxand û destnîşan kir, ku vê astengiyê polîtîkaya Tirkiyeyê ya dijminatiya li tevgera Kurd careke din raxistiye pêş çavan. -
Li Stenbolê 4 wesayît hatin şewitandin
Li Okmeydani 4 wesayîtên parkkirî hatin şewitandin. -
Şerîk: Berxwedana xwerêveberiyê dorfireh bibe wê AKP têk biçe
Endamê Komîteya Navendî ya PKK'ê Şerîk diyar kir, eger berxwedana xwerêveberiyê dorfireh bibe wê AKP bi xurtî têk biçe û destnîşan kir, ku divê her der mîna Cizîr û Sûrê li ber xwe bide. Şerîk banga tevlîbûna li nava refên YPS'ê kir. -
Li Neûchatel standên agahdarkirinê hatin vekirin
Li La Chaûx-de. Fonds û Neûchatel bi armanca aşkerakirina polîtîkayên qirkirin û qetlîamwarî yên dewleta Tirk standên agahdarkirinê hatin vekirin. -
Swêdî, Tirkiyeyî, Îranî, Belûcî û Kurdistaniyan AKP’e protesto kirin
Li Stockholmê 16 rêxistinên ku partiyên Kurdistanî, Tirkiyeyî, Belûcî û rêxistinên civaka sivîl jî di nav de AKP’e protesto kirin. -
Polîsên Tirk bi bombeyên gazê êrîşî Mala Cem a li Taxa Gaziyê kirin
Pevçûna li ser êrîşa polîsan a li hemberî çalakiya koma ku bi armanca piştgirîdayîna berxwedana xwerêveberiyê çalakî lidarxist, her ku diçe belav dibe û didome. -
Desteya Rêveber a Meclîsa HDP’ê hat diyarkirin
HDP’ê di civîna Meclîsa Partiyê ya îro lidarxist de endamên Desteya Rêveberiya Navendî diyar kir. -
Bûldan: AKP’e dixwaze bêzar bike, gelê Kurd gavê paş de navêje
Endama Heyeta Îmraliyê û Parlamentera HDP’ê Bûldan xwest ku tecrîda li ser Ocalan demildest bi dawî bibe. Bûldan destnîşan kir ku AKP’e serî li polîtîkayên bêzarkirinê dide, lê gelê Kurd gavê paş de navêje. -
Dîsa nehiştin kedkarên tenduristiyê biçin Cizîrê
14 kedkarên tenduristiyê yên ji TTB û SES'ê ku bi dilxwazî ji Nisêbînê berê xwe dan Cizîrê, ji aliyê hêzên çekdar ên dewleta Tirk ve li pêşiya navçeyê hatin sekinandin. -
Li Brîghtonê protestoya ‘qetlîamê’: Terorîst Tirkiye!
Li bajarê Brîghtonê qetlîamên AKP’ê hatin protestokirin û berxwedanên xwerêveberiyê hatin silavkirin. -
Kurdên li Ewropayê li kolanan e: Cizîr û Sûr rûmeta me ne!
Li Elmanya, Fransa û Swêdê çalakiyên xwedîderketina li xwerêveberiyan didomin. -
Şemoyan: Em li dora meşaleya azadiyê li hev bicivin
Şemoyan: Em bang li tevahiya gelê Kurd dikin ku li dora vê meşaleya azadiyê ya bi ruhê xwerêveberiyê geş dibe, bicive. Ji bo silavkirina Rêberê Azad û Kurdistana azad li meydana Amedê, divê em Kurdistanî dest bi berxwedana topyekûn bikin. -
24 akademîsyenên din ketin ber lêpirsînê
24 akademîsyenên ji Zanîngeha Dîcleyê yên mora xwe danîn binê danezana 'Em ê nebin hevparê vî sûcî' ketin ber lêpirsînê. -
Walî fermana 'bila meşvan mizgeftê bi kar neynin' da
Walîtiya Mêrdînê li meleyên mizgeftên taxa Girê Mîra ya navçeya Nisêbînê ku nobeda berxwedanê ya Meşvanên Botanê lê dewam dike geriya û ferman da meleyan ku nehêle meşvan mizgeftan bi kar bînin. -
Muslim danûstandinên li Cenevreyê vegot
Hevserokê PYD'ê Salih Muslim: Ne tenê Tirkiye. Hin hêzên din jî nedixwestin em tevlî pêvajoyê bibin. Ji ber ku vexwendina me ji aliyê siyasî ve dihat wateya naskirina me. -
7 caran têrê nekir; Beşîr Atalay careke din got wê deriyê sînor bê vekirin
Atalay, ku berî hilbijartinên 1'ê Mijdarê çû Kapikoyê û deriyê sînor bi merasîmekê vekir, di civîneke hefteya derbasbûyî ya li Wanê de li ser mijarê got, "Ji bo vekirina derî hewldanên me dewam dikin." -
2 kes li Cizîrê hatin girtin
Li Cizîrê ku dorpêçî û terora dewleta Tirk bi mehan e lê didome, ji kesên beriya du rojan hatin binçavkirin 2 kes hatin girtin. -
Li Mannheîm û Dusseldorfê çalakiyên ciwanan
Ciwanên Kurd ên li Elmanyayê dijîn, berxwedana xwerêveberiyan a li Kurdistanê silav kirin û êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina Kurdan şermezar kirin. -
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn terora dewleta Tirk şermezar dikin
Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn, çalakiyên xwe yên ji bo xwedîderketina li berxwedana xwerêveberiyê û protestokirina terora dewleta Tirk a li Kurdistanê didomînin.