BI DÎMEN

Komkujiya li Cizîrê li bajarên Frankfûrt û Viyanayê hat şermezarkirin

Li bajarê Elmanya Frankfûrtê û li paytexta Awûstûrya Viyanayê, komkujiya dewleta AKP'ê li Cizîrê kir, hat şermezarkirin.

Kurdistaniyên li paytexta Awûstûrya Viyanayê dijîn tevî dostên xwe, li ber avahiya parlamentê li hev civiyan û terora dewletê ya li Cizîrê protesto kirin. Çalakgeran rêya bingehîn a diçe avahiya parlamentê li çûn û hatinê girtin û komkujî protesto kirin. Çalakiya li Viyanayê heta danê sibehê dewam kir.

Li bajarê Elmanya Frankfûrtê jî, Kurd li ber Konsolosxaneya Tirk li hev civiyan. Bi sedan kesên li ber avahiya Konsolosxaneyê li hev civiyan, dirûşmên "TC a kujer wê hesab bide, tolhildan, tolhildan" qîriyan. Çalakî bi qasî 6 saetan dewam kir.

Kurdistaniyên li Frankfûrt û derdora wê dijîn, wê çalakiyên xwe îro jî bidomînin. Saet di 14:30 de wê li ber HBF bicivin û piştî meşekê mîtîngê pêk bînin. Ji Gîessen, Darmstadt, Maînz, Russelsheîm, Hanaû, Sîegen û Offenbachê wê tevlîbûn çêbibe.

...