Ewropa rabû serhildanê: Dewleta kujer wê hesab bide

Piştî komkujiya li Cizîrê, Kurdistaniyên li Ewropayê rabûn serhildanê. Li dehan navendan bi hezaran Kurdistanî daketin qadan û gotin, "Dewleta kujer wê hesab bide."

Piştî ku hat bihîstin hêzên dewleta Tirk birîndarên li jêrzemîna li Cizîrê qetil kirine, li gelek welatên Ewropayê bi deh hezaran Kurdistanî daketin qadan û gotin, "Dewleta kujer wê hesab bide."

Piştî ku hat bihîstin, 60 sivîlên ev du roj in li jêrzemîna avahiyeke li Cizîrê asê ma bûn bi fermana AKP û Erdogan hatin qetilkirin, li gelek welatên Ewropayê bi deh hezaran Kurdistanî daketin qadan û komkujî lenet kirin. Çalakî wê di nava rojê de bidomin.

ELMANYA

Bi bihîstina komkujiyê re Kurdistaniyên li Elmanyayê dijîn, li gelek bajaran daketin kolanan. 

Kurdistaniyên li bajarê Freîbûrgê dimînin, li ber Şaredariya Frankfûrtê li hev civiyan û lenet li komkujiyê anîn.

Li bajarê Elmanya Frankfûrtê, Kurdistanî û dostên wan li ber Konsolosxaneya Tirk hatin cem hev û komkujiya ji aliyê dewleta Tirk ve hat kirin şermezar kirin.

Kurdistaniyên li bajarên Dûîsbûrg, Mannehîm, Essen, Oldenbûrg, Dortmûnd, Hannover, Koln û Saarbruckenê li hev civiyan, li stasyonên trenê çalakî pêk anîn.

Bi sedan Kurdistaniyên li stasyona trenê ya navendî ya bajarê Elmanya Dusseldorfê li hev kom bûn, ji vê berê ber bi televîzyona dewletê ya Elman meşiyan.

Kurdistaniyên di bin dorpêçiya polîsan de meşiyan, nerazîbûneke mezin nîşanî hewldana polîsan a ji bo destwerdana li meşê dan.

Li bajarê Elmanya Heîlbronnê, Kurdistaniyan kokujiya dewleta Tirk li Cizîrê kir, li ber Şaredariyê protesto kirin. Girseya gel wê ji saet 07:00 û pê ve ber bi  Stûttgartê ve bikeve ser rê û tevlî çalakiya li ber Parlamentê bibe.

Komkujî li bajarê Bremenê jî bi girseyî hat protestokriin. Girseya gel li HBF li hev kom bû. Çalakiya jin û ciwanan wê di nava rojê de jî bidome.

Komkujiya dewleta Tirk li Cizîrê kir, li bajarê Elmanya Bonnê jî hat protestokirin. Bi sedan Kurdistaniyên li ber Gara Trenê ya Bonnê hatin cem hev, komkujiya ji aliyê AKP'ê ve hat kirin, şermezar kirin.

FRANSA

Piştî ku hat bihîstin AKP'ê li jêrzemîna avahiyek li Cizîrê wehşet kiriye, Kurdistaniyên li Fransayê dijîn tevî dostên xwe li cihê lê de çalakî lidar xistin.

Li paytexta Fransa Parîsê, bi sedan Kurdistaniyên li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Parîsê li hev civiyan, ber bi meydana Repûblîqûe ve meşiyan.

Bi sedan kesên li meydana Repûblîqûe li hev kom bûn, li dijî AKP û Erdogan dirûşme qîriyan û bang li tevahiya Kurdistaniyan kirin, ku her devera Ewropayê veguherînin qada çalakiyan.

Çalakiyên protestoyî yên li Parîsê wê di nava rojê de bidomin. Kurdistanî wê saet di 12:00 de li ber Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ya li Parîsê li hev bicivin.

Kurdistaniyên li bajarê Fransa Marsîlyayê hatin cem hev, li ber Parlamenta li Marsîlayayê komkujî protesto kirin. Kurdistanî wê saet di 13:00 de jî li Meydana Canebîere li hev kom bibin û dewleta Tirk protesto bikin.

Li bajarê Fransa Nantesê jî Kurdistaniyan ji bo şermezarkirina komkujiya dewleta Tirk li Cizîrê kir, balafirgeha Nantesê dagir kirin.

Kurdistaniyên li bajarê Nîce jî dijîn, li ber gara navendî ya trenê hatin cem hev û dewleta Tirk şermezar kirin.

SWÎSRE

Bi bihîstina hovîtiya dewleta Tirk li Cizîrê kiriye re, Kurdistaniyên li Swîsreyê dijîn û dostên wan li Zurîch, Basel û Bernê daketin qadan.

Girseya gel a li ber avahiya Parlamenta Federal a Bernê li hev civiya, bi qîrîna dirûşmeyan re heta Sefaretxaneya Bilind a Tirkiyeyê ya Bernê meşiyan.

Li Zurîch û Baselê jî bi sedan Kurdistanî li ber avahiyên parlamentên kantonan hatin cem hev û komkujî lenet kirin.

SWÊD

Li paytexta Swêd Stockholmê jî Kurdistaniyên bi komkujiyê hesiyan, daketin qadan. Gelek eksên li ber gara navendî ya stasyonê hatin cem hev, dewleta Tirk protesto kirin.

KCD-E: DIVÊ HER DER BIBE QADA SERHILDANÊ

KCD-E li dijî komkujiya ji aliyê hêzên dewletê ve li Cizîrê hat kirin, banga çalakiyan li Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn kir.

Hevserokatiya KCD-E daxuyaniyeke nivîskî weşand û da zanîn, ku mêtîngeriya TC di şexsê Cizîrê de careke din gelê Kurd qetil kiriye.

KCD-E da zanîn, ku faşîzma AKP'ê li pêş çavên tevahiya saziyên navneteweyî û raya giştî, bi qedexeya derketina derve re bi mehan e li Kurdistanê sûcê şer dike û got, "Li gorî agahiyên ji Cizîrê hatine wergirtin, li jêrzemîna wehşetê 60 birîndar bi bikaranîna çekên kîmyewî re hatine înfazkirin û ev yek weke serketinê ji aliyê medya AKP'ê ve bi kêfxweşî tê ragihandin. Faşîzma AKP'ê li hemberî berxwedana mezin a gelê me, bi rêbazên li dijî exlaq û hiqûqê re, li Cizîrê qirkirin kiriye. Bêdengiya li pêşberî vê komkujiyê derketina ji mirovbûyînê ye, hevpariya ji sûc re ye. Em bang li tevahiya gelê xwe yê li Ewropayê û her kesê ji xwe re dibêje ez mirov im dikin, ku ji niha ve ji bo çalakiyên demokratîk dakevin kolanan. Divê bi ruhê 'Her der Cizîr e, her der Sûr e, her der berxwedan e' dakevin kolanan. Divê kes li benda sibe nemîne û ji îşev ve dest bi çalakiyan bike."