Di daxuyaniya nivîskî ya FEDA de hat ragihandin, ku AKP ji bo şikandina vîna gelê Cizîrê bi her awayî rê û rêbazên kirêt xistiye dewrê. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Tevahiya cîhanê dîtiye ku faşîzma AKP'ê ya barbar û qetlîamker, xwedî heman zîhniyeta çeteyên DAIŞ'ê ye" û daxuyaniyê wiha dewam kir: "'Plana Master' a AKP'ê, wê li hemberî vîn û berxwedana bi rûmet a gelê Kurdistanê têk biçe. Ev plan wê li bin guhê berxwedana Sûr û Cizîrê bikeve û ji hev belav bibe."
'EM DERKEVIN KOLANAN'
FEDA'yê bang li civaka Elewiyan kir û got, "Li hemberî vê barbarî, AKP a qetlîamker û gladyoya qesrê, divê hemû Elewî-Sersor rabin ser piyan. Pêwîste dakeve kolanan û li hemberî faşîzma Erdogan helwestê nîşan bidin. Ji bo em li dijî faşîzmê cihê xwe li cem gelê Kurd ê mezlûm bigirin, em bikevin nava tevgerê."