Li Dusseldorfê girseya gel ber bi qenala WDR TV ve meşiya

Li bajarê Elmanya Dusseldorfê, bi armanca şermerzarkirina komkujiya dewleta Tirk li Cizîrê kir girseya gel li stasyona trenê ya navendî li hev civiya û lenet li AKP/Dewleta Tirk anî.

Li bajarê Elmanya Dusseldorfê, bi armanca şermerzarkirina komkujiya dewleta Tirk li Cizîrê kir girseya gel li stasyona trenê ya navendî li hev civiya û lenet li AKP/Dewleta Tirk anî.

Kurdistaniyên saet di 24:00 de li ber stasyona trenê li hev civiyan, ji vê derê ber bi avahiya qenala televîzyona dewletê ya Elmanya WDR ve meşiya. Di meşa bêdeng de al hat hilgirtin. Lê belê polîsên Elman astengî li pêşiya meşê derxistin.

Polîsên ku bi wesayîtên xwe re dor li girseyê girtin, bi qasî 40 deqeyan nehiştin Kurdistanî bimeşin.

Tevî hemû astengiyên polîsan jî Kurdistanî belav nebûn û bi israr ragihandin ku ew ê bimeşin. Polîsên ev biryardariya gel dîtin, pêşî li girseyê vekir û meşê dewam kir.

Girseya gel a xwe gihand ber avahiya WDR, dirûşmên "Bijî PKK", "Bijî Berxwedana Kurdistanê", "Kujerê zarokan Erdogan", "Terorîst Tirkiye" û "Bijî Serok Apo" qîriya.

JI BO ÇALAKIYÊ BANGA TEVLÎBÛNÊ

Di axaftinên li vê derê de komkujiyên ji aliyê AKP/Dewleta Tirk ve tên kirin hatin şermezarkirin û ji bo çalakiya îro saet di 12:00 a li ber Konsolosxaneya Tirk a Dusseldorfê û daxuyaniya çapemeniyê ya saet di 17:00 a li ber stasyona trenê ya navendî ya Dusseldorfê banga tevlîbûnê hat kirin.

...