Ji Hambûrgê ji bo meşên dirêj banga tevlîbûnê
Ji bo meşên dirêj ên NAV-DEM bi wesîleya salvegera komploya 15'ê Sibatê li Elmanyayê bi şiyara "Ji Ocalan re azadî, ji Kurdistanê re statu" lidar dixe, ji Hambûrgê banga tevlîbûnê hat kirin.

Berdevka Meclîsa Jinê ya Rojbîn Zîlan Dêrsim, der barê meşa dirêj a du rojan a li Hambûrgê di navbera 9-10'ê Sibatê de bê lidarxistin agahî da û destnîşan kir, ku divê herî zêde jin xwedî li Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan derkevin. Dêrsim a di nava komîteya amadekar a meşê de cih digire anî ziman, ew li bendê ne tevlîbûneke girseyî pêk were. Li ser cih û dema meşê ev agahî da:
"Em ê roja Sêşemê ji taxa Neûwîedenthalê ber bi Parlamenta Hambûrgê ve bimeşin. Saet di 09:30 de em ê li stasyona Neûwîedenthalê li hev bicivin û der barê armanca meşê de daxuyaniyekê bidin çapemeniyê. Saet di 10:00 de wê meş destpê bike. Bi şev em ê li taxa Wîlhelmsbûrgê bimînin û roja Çaremê saet di 10:00 de ber bi Parlamenta Hambûrgê ve bimeşin."
Dêrsim da xuyakirin, ku meş wê saet di 17:00 de li Jûngfernstîegê bi mîtîngekê bi dawî bibe.