Li Derya Egeyê komkujî: 33 penaberan jiyana xwe ji dest dan/HAT NÛKIRIN
Li Derya Egeyê komkujiyeke din rû da. Ji ber binavbûna keştiya penaber tê de bûn, 22 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Li Derya Egeyê komkujiyeke din rû da. Ji ber binavbûna keştiya penaber tê de bûn, 22 kesan jiyana xwe ji dest dan.
Keştiya penaber tê de bûn a ji taxa Altinolûk a navçeya Balikesî Erdemîtê diçû Girava Mîdîllî ya Yewnanîstanê, noqî binê avê bû.
Li gorî agahiyên destpêkê, 22 penaberên di hundirê keştiyê de bûn jiyana xwe ji dest dane. Li ser nasnameya van penaberan ti daxuyanî nehat dayîn.
Boteke penaber tê de bûn, ku danê sibehê ji navçeya Îzmîr Dîkîlî bi rê ket, noqî binê avê bû. 11 penaberan li vê derê jiyana xwe ji dest dan. 3 kes jî hatin rizgarkirin.
Çend roj berê 60 penaberên ji Başûrê Kurdistanê li Derya Egeyê jiyana xwe ji dest dabûn.