Ciwanên Elewî Meclîsa xwe ya NRW ava kirin

Ciwanên Elewî li Hagenê li hev civiyan û Meclîsa Ciwanan a NRW ava kirin.

Ciwanên Federasyona Elewiyan a Demokratîk li Ewropayê (FEDA), li bajarê Elmanya Hagenê li hev civiyan û Meclîsa Ciwanan a NRW a ji 10 kesan ava kirin.

Di civîna ku bi qasî 50 ciwan lê amade bûn de, bal hat kişandin ser xeteriya asîmîlasyonê ya li ser nirxên Elewiyan û hat gotin, "Faşîzma îro di şexsê AKP'ê de tê kirin, baweriya me mîna xeteriyeke mezin dibîne, lewma bi her rê û rêbazê re hewl dide siberoja me tarî bike."

Beşdaran berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê jî silav kirin û gotin, "AKP, ji afirandina bloka demokratîk a gel û baweriyan, ji têkoşîna azadkirina nasnameya neteweyî ya Kurd û hemû nasnameyên baweriyan ditirse."

Di civînê de hat ragihandin, ku di demeke AKP bi hemû hêza xwe êrîşî gelê Kurd dike de, pêwîste ciwanên Elewî zanibin kî ne, ji ku tên, bi dijminekî çawa re rû bi rû ne û bang li ciwanên Elewiyan hat kirin, ku xwe birêxistin bikin.

Di civînê de Veyîs Aydin û Rûkan Çatalgoz ji bo Hevserokatiya Meclîsê hatin hilbijartin.