Berxwedana xwerêveberiyê û 8'ê Adarê -Selahattîn Erdem
Jinên ku bi ciwanan re pêşengtiya berxwedana xwerêveberiyê dikin, îsal çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê di 1'ê Adarê de li Silopiyayê dan destpêkirin.
Jinên ku bi ciwanan re pêşengtiya berxwedana xwerêveberiyê dikin, îsal çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê di 1'ê Adarê de li Silopiyayê dan destpêkirin.
Jinên ku bi ciwanan re pêşengtiya berxwedana xwerêveberiyê dikin, îsal çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê di 1'ê Adarê de li Silopiyayê dan destpêkirin. Ji bo azadiya Jinê, ev roj weke roja berxwedanê hate binavkirin, ji şehîdên qehreman ên berxwedana Silopiyayê Sevê Demir, Pakize Nayir û Fatma Uyar’re hate diyarî kirin. Çalakiyên îsal yên 8ê Adarê, di serî de Cizir û Silopiya, berxwedanê ku li tevahiya bajar û navçeyan de ji bo xwerêveberiyek demokratîk pêk tên re bû yek û pêngaveke nû ya azadî û zaferê dan destpêkirin.
Bêguman ev tiştên ku hatine kirin,tevahiya van grîng û bi wate ne. Lewma pêkhatina çalakiyên îsal ên 8ê Adar’ê, ku di bin fermandariya menewî ya şoreşgerên nemir, Sevê Demir, Pakize Nayir ve Fatma Uyar’ê de, xwediyê wateyeke grîng û kurr e.Ew’an bi sekna xwe,hewldan û bi gotinên xwe yên dawî re,pêşengtiyek bi vî awayî heq kirin e.Li ser vî esasê, li dijî faşîzma AKP’ê di berxwedana xwerêveberiyên demokratrîk, ku tê meşandin de, çalakî û pêşengtiya jinan berbiçav û şênber bûye.
Herwiha, ji aliyê jinên kurd ve binavkirina 8ê Adar’ê wekî roja azadî û berxwedanê,li ser vê bingehê jî di her aliyan de kirina rojekê tekoşînek xurt, pir bi wate ye.Jixwe wateya rast a 8ê Adarê ev e. Berxwedana jin a li dijî sistema baviksalarî û qetlîaman, di haman demê de xwedî derketina bîranîn û tekoşîna şehîdan jî îfade dike.Lewra, weke ku hinek kes dixwazin ji riya wê derxînin,ne cejn e.Yên ku wisa, weke cejnekê pêşwazî bikin desthiklatdarin û dixwazin naveroka tekoşîna azadiya jinê vala bikin.Divê neyê jibîrkirin ku; 8ê Adarê jibo azadiya jinan tê wateya,di xeta fedaî de tekoşîn kirinê.
Jibo vê naveroka mijara gotinê ye, PAJK û KJK, wekî tevgera azadiya jinên kurd derdikeve pêş û vê naverokê temam dikin.Jiber ku ev herekete, bi Berivan, Beritan û Zilan’an destpêkir û heya Nuda, Sara û Sevê'yan,tevgereke azadiyê ku xwediyê bi hezaran şehîdên fedaî ye.Îro ev xeta fedaiyane, şervanên ku di bin banê rêxistinên YPJ û YPJ-Şengalê de li dijî faşîzma DAIŞê, bi qehremanî li berxwe didin îfade û bi wate dikin. Di heman demê de ev xeta nemir a fedaiyan, yên ku di çeper û xendeq’an de li dijî faşîzma AKPê li ber xwe didin, di şervanên YPS-Jin de temsîla xwe dibînin. Li dijî faşîzma AKPê, pêşengtiya berxwedana xwerêveberiyan de, bi cesaretek mezin keçên dilêr yên kurd ku çek hildane pêk tînin.
Gelê Kurd, di bin pêşengtiya fikr û hewldanên Rêber Abdullah Ocalan de,ligel ku xwediyê artêşeke qehreman a şehîdan e,her wiha xwe gihandiye Tevgerekî Jinên Azad, ku ti caran wenda nake. Jinên ku ev qasî bi eşqeq mezin di zanebûna azadiyê de ne, xwediyê cesaret û fedakariyek ew çendî mezin in,civaka ku di asteke wiha bi dilêrî û di pêşengtiyê de rol dilîze ti caran wenda nake û tê wê wateyê ku xwe gihandiye hêza herî mezin. Xezîneya herî mezin a ku Rêber Abdullah Ocalan ji gelê Kurd re qezençkiriye ev e.
Bêguman jina Kurd bi hêsanî nehatiye vê astê. Jibo rewşa jinan û asta ketina wan ya di bin sistema mêr a baviksalarî anjî sîstema bi serdestiya mêr re bi giştî, weke koleyê koleyan tê binavkirin.Kurd jî, yek jê wan civakane ku qirkirina çandî liser tê meşandin û li dijî vê liberxwe didin.Lewma statûya jinên Kurd,jiber ku bi sedî sal’in di bin qirkirina çandî a rejîmê de ne;Kolê, koleyên koleyan in.Rastî tûje,lê rewşa jina kurd a beriya Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan ev e. Rêber Abdullah Ocalan bi vê rastiyê ve derket rê û îro jina azad a şervan, ku pêşengiyê ji tevahiya jinên cîhanê re dike derxiste holê.
Ji kur hatin kûderê.Divê ev encama ku hatiye bidestxistin baş were famkirin û piçûk neyê dîtin.Jina kurd a ku îro li dijî faşîzma AKPê, di xeta berxwedanê de bi qehremanî û fedaiyane pêşengtiyê dike;bi perwerde û tekoşînek mezin hatiye bidestxistin.Di van pêşkevtinan de bêgûman, fikr û hewldanên Rêberê gelê kurd Abdullah Ocalan rolekê sereke lîstiye. Jiber vê sedemêye ku, Jinên kurd çalakiyên îsal yên 8ê Adarê di bin şîara " Jin jibo Rêbertiya xwe û Azadiya xwe di nav çalakiyan de ne" dimeşînin.
Bi rastiya vê şîarê ve girêdayî,Îro azadiya reberê gelê kurd Abdullah Ocalan û azadiya Kurdistanê bi azadiya Jinan ve bûye yek û bi hevdû ve girêdayî ye. Ev jî rastiyekê nîşanê me dide; divê tekoşîna azadiyê bi hevdû ve girêdayî û di nava hevdu de were destgirtin û meşandin. Ji xwe tekoşîna azadiya jinên Kurd liser vê esasê dimeşe û pêşengtiya kampanya "Ji Ocalan re Azadî" jî dikin.
Îro, rêvebertiya Tayyib Erdogan û Faşîzma AKP’ya ku netewa serdest,cins,çîn,ol û mezheb di kesayeta xwe de kirine yek, rewşek wisa afirandine ku,ji derveyî berxwedanê di serî de jin tevahiya gelan ti rê,rêbaz û çare nehîştine.
Ev qirkirina herî hov a civakê, bi destê sistema faşîst a Netewe-Dewletê pêktê ye.Ev siyaset û feraseteta dijminahiya Kurdan dike,li Kurdistanê de qirkirinên herî hov pêktîne.Ev sistema cînsiyetparêz û feraseta serdestiya mêr liser jinan qetlîamên herî hov birêve dibin.
Lewma, jibo jinên ku ji aliyê Netewe-Dewlet û nîjadperestiya şoven ve rastî qirkirina civakî tên, dîsa ji aliyê cînsiyetparêziya civakî ve rastî komkujiyan tên, ji derveyê berxwedaneke dijwar ti şansên azadî û mafên jiyanê tine ye. Vê demê jin çiqas tekoşîn bikin kêm e, û pêwîste ti jin, bêzanebûn, bêrêxistin û bêçalakî nemînin.Jibo zanebûnê; perwerde û xweparastin jî di nav de,jibo jinan bi her awayî rêxistinbûn şert û pêdîviyek esas e. Jin, lazim e her cûreyê çalakiyên ku ne dijberê cîvakbûnêye lidarbixin.
Lê rewşa niha,herî zêde jî tengbûneke di aliyê zanebûn,rêxistinîbûn û di çalakiyan de tê jiyîn. Bûgıman ligel pêşketinên mezin, dema em van tiştan dibêjin,ne ku em dikkat nakin.Lê mezinbûna potansiyela Jinan û dema mirov bala xwe bidê pêwîstiya tekoşîna azadiya Jinê,wê demê mirov dikare bije; di kiryar û pratîzekirinê de lewazî hene. Di serî de zanebûna azadiyê,divê di her aliyan de weke seferberiyekê xwe perwede bikin.Hinek rêxistinên Jinan di asta teng a komik’an de mane û nikarin xwe ji vê rewşê jî rizgar bikin. Di rastiyê de, eger tesîra modernîteyê ku weke nêzîkatiyên bûrokratîk xwe didin nîşandan, werin derbaskirin û xwe jê rizgarbikin,vê rêxistinîbûyîna herî mezin a jinan derxînin holê.
Di çalakiyan de jibo serkeftina tekoşîna Jinan jî, afirînerî û piralîbûn nebe nabe ye.Jiber ku azadî û nexasim jî azadiya Jinên kurd bê hêsanî nayê qezençkirin û hê bêtir zehmet e. Jiber ku li Kurdistanê de Azadiya Jin, tê wateya tekoşînkirinê,tê wateya pêşengtiya azadiya neteweyî û demokrasiya civakî.Jibo vê berpirsyariya giran, ji herkesî zêdetir,
zanebûnê, xwe rêxistinîkirin û di her hêlê de çalakbûnê liser jinan ferz dike.
Pir eşkere ye ku hêz tevgera azadiya jinên kurdistanê, li dijî DAIŞ û faşîzma AKPê tekoşînek mezin û di asta pêşengtiyê de raber kiriye û ev serkeftin û tekoşîna Jinên kurd,ji tevahiya jinên cîhanê û mirovahiyê re buye hêviyên azadiyê û wê van berpirsyariyên dîrokî jî bi servtî bi cîh bîne.Tevgereke ku di nav refên xwe de ji Berivan, Beritan, Zilan, Nuda, Sara û Sevê’yan bigre,gelek rêberên qehreman derxistî,heya ku di vê xeta rast de bimeşe,ti berpirsyarî tine ye ku sernexe û wê ticaran wenda nekin.Lewma,berxwedana xwerêveberiyên ku di zivistanê de bi qehremaniyek mezin nîşan dan,bi pêşengtiyeke hê xurttir di bihar û havînê de wê zafêrên mezintir misoger bike. Fermana şehîdan û Rêbertiyê ev e. Hebûn û Azadiya kurdan vê yekê ferz dike.Daxwaz û hêviyên gelên rojhilata navîn û mirovahiyê jî liser vê bingehê ye.
Bi van rastiyan ve girêdayî, 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz dikim û di şexsê Sevê Demir, Pakize Nayir û Fatma Uyar’an de tevahiya şehîdên azadiya jinê bi bîrtînim û ji tevahgiya jinên ku jibo azadî û demokrasiyê tekoşîn dikin re serkeftinê dixwazim!
ÇAVKANÎ: YENÎ OZGUR POLÎTÎKA