Koordînasyona 'Ji Cizîrê heta Sûrê Piştgirî' hat avakirin
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Koordînasyona 'Ji Cizîrê heta Sûrê Piştgirî' bi şîara 'Li hember şer û hilweşînê, em jiyanê bi hev re ava dikin' damezirand.
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Koordînasyona 'Ji Cizîrê heta Sûrê Piştgirî' bi şîara 'Li hember şer û hilweşînê, em jiyanê bi hev re ava dikin' damezirand.
HDK’ê Koordînasyona Ji Cizîrê heta Sûrê Piştgirî ava kir. Koordînasyonê destnîşan kir ku desthilatiya Qesrê di bin navê “Plana Têkbirinê” gelê Kurd qetil dike, bajaran hildiweşîne, diyar kir ku ji bo heman piştgiriya li Şengal û Kobanê pêk hat li Bakurê Kurdistanê jî bimeşînin wê têbikoşin.
Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) Koordînasyona Ji Cizîrê heta Sûrê Piştgirî bi şîara “Li hember şer û hilweşînê, em jiyanê bi hev re ava dikin” damezirand.
Sazkirina koordînasyona di civînek çapemeniyê ya li Şaxa Stenbolê ya Komaleya Mafên Mirovan bi tevlîbûna Hevberdevka HDK’ê Gulîstan Kiliç Koçyîgît, Seroka Giştî ya ESP’ê Sûltan Ûlûsoy, Serokê Giştî yê Partiya Şoreşger Ûfûk Gollu û hevbirên HDK’ê ve hat ragihandin.
‘HÊZA ESAS NE DEWLET E BERXWEDANA GELÊ KURD E’
Koçyîgît bi bîr xist ku bi destê AKP’ê polîtîkaya şerê ku di bin navê “Plana Têkbirinê” pêk tê gihiştiye astek xeternak.
Koçyîgît got wek HDK’ê di nav tevahî pêvajoyê de cih girtine, wiha axivî: “Lê, me nikaribû pêşî li hin rewşan bigirta. Bi taybet jî ya jêrzemînên wehşetê yên li Cizîrê.”
Koçyîgît got ji bo telafîkirina windehiyên mirovan, divê piştevaniya bi gelê Kurd re bê xurtkirin, diyar kir ku ji bo karibe wek xebatek di pêvajoya Şengal û Kobanê de meşandine bimeşînin koordînasyon ava kirine.
Koçyîgît ji bo têkoşîna tahliyekirina mirovên xwe avêtine jêrzemînên hovîtiyê yên li Sûr, Cizîrê, diyar kir ku dizanin hin welatiyên sivîl hatine tehliyekirin, wiha dewam kir: “Zarokên hatine tehliyekirin ji malbatan hatin girtin û dan Wargehên Parastina Zarokan.”
Koçyîgît li ser gotina Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû ya “Me li Sûrê hêza dewletê nîşan da” wiha got: “Hêza esas ne ya dewletê ye, ya berxwedana gelê Kurd e.”
‘ÇOK NEŞIKENANDIN, EM BI WAN SERBILIND IN’
Li ser navê Komaleya Rojava Neslîhan Guner mafê axaftinê wergirt, axaftinên Hevserokê Meclîsa Gel ê Cizîrê Mehmet Tûnç bi bîr xist, got: “Hatin qetilkirin lê çok neşkenandin, em bi wan serbilind in.”
Guner banga piştgiriyê kir.
Benazîr Coşkûn piştre metnê li ser navê koordînasyonê hatiye amadekirin xwend., ji bo pişgiriyê banga hestiyariyê kir, wiha got: “Em li dijî hovîtiyê ji bo bilindkirina dengê aştiyê, em li qadên di bin dorpêçê de ne jiyanê ji nû ve ava dikin.”
Ji aliyê koordînasyonê lîsteya rojane ya pêdiviyan bi vî awayî hat amadekirin: “Rûn, fasûlî, birinç, nîsk, ava bacana, xwarinên taştê, mama, paçê zarokan, pêdiviyên jinan, bettanî, ji bo razanê singer, pêlav (ji bo her temenî). Cil, pêlav ên hatibin bikaranîn eger paqij jî be wê neyên qebûlkirin.”
Hejmarên Hesap ên Komaleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Rojava wiha ne:
Şaxa Ofîsa Amedê ya Banka Îş
TL IBAN: TR96 0006 4000 0018 3030 8933 06
USD IBAN: TR03 0006 4000 0028 3030 2128 71
EUR IBAN: TR13 0006 4000 0028 3030 2128 85
Şaxa Ofîsa Amedê ya Banka Zîraatê
TL IBAN: TR73 0001 0011 5070 4108 9850 01
USD IBAN: TR46 0001 0011 5070 4108 9850 02
EUR IBAN: TR19 0001 0011 5070 4108 9850 03