BI DÎMEN

Li Kaniya Xezalan AKP-DAIŞ'ê bi 7 mîlyon dolarî karê bazirganiyê kirin

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken, di dema nîqaşên li ser budçeyê de asta têkiliyên aboriyê yên navbera hikûmeta AKP'ê û DAIŞ'ê raxist pêş çavan û hejmarên vê îxracatê da.

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Balûken, daneyên li ser bazirganiya gumrukê ya li deriyê sînor ê Kaniya Xezalan (Akçakale), ku dema DAIŞ lê bû, eşkere kir. Balûken da xuyakirin, ku dema ev derî ket bin kontrola YPG'ê bazirganiya li vir bi temamî sekinî û got, "Eger DAIŞ rêxistineke terorê be, ev hejmarên îxracatê tên çi wateyê? Çi ji wê herêmê re hat firotin?"

Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Îdrîs Balûken, di dema nîqaşên li ser budçeyê de asta têkiliyên aboriyê yên navbera hikûmeta AKP'ê û DAIŞ'ê raxist pêş çavan û hejmarên vê îxracatê da. Balûken got, "Eger DAIŞ rêxistineke terorê be, ev hejmarên îxracatê tên çi wateyê? Çi ji wê herêmê re hat firotin? Xebateke bazirganiyê ya di asteke ewçend bilind de dihat kirin, piştî ku herêm hat azadkirin û ket bin kontrola PYD'ê, çima sekinî?"

Balûken destnîşan kir, ku hejmarên Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavûşoglû têkildarî hatineyên deriyê sînor dane, li hev nakin û li ser deriyê sînor ê Kaniya Xezalan/Girê Spî (Akçakele/Til Ebyadê) ev agahî da: "Birêz Wezîr, deriyê sînor ê Akçakale/Telebyadê di Çileya 2014'ande ket bin kontrola DAIŞ'ê. Di destê min de, daneyên li ser îxracata li deriyê sînor hene, ku ev dane yên TUÎK'ê yên Wezareta Gumruk û Bazirganiyê ne. Di sala 2014'an de, yanî dema Til Ebyad di destê DAIŞ'ê de bû, rêjeya îxracata di vî derî de hat kirin 5mîlyon 5 hezar dolar e. Heta Hezîrana 2015'an -Ji ber ku di meha Hezîranê de ew herêm ket destê YPG'ê, Girê Spî hat azadkirin- 981 hezar dolar e. Dema mirov van bînin ber hev, derdikeve holê ku di nava sal û nîvekê de bi 7 mîlyon dolarî îxracat hatiye kirin. Û ji meha Hezîranê û pê ve jî, yanî piştî ku herêm ji aliyê YPG'ê ve hat azadkirin derî tê girtin, hejmara îxracatê jî tine ye."

Di dema axaftinê de, mîkrofona Balûken bi awayekî otomatîk hat girtin. Bi hişyariya Serokê Meclîsê re mîkrofon hat vekirin û axaftinê dewam kir.

LI KARKAMIŞÊ JÎ REWŞ BI HEMAN RENGÎ YE

Balûken daneyên li ser bazirganiya li gumrukê ya di navbera Karkamiş û Cerablûsê de jî ragihand û got, "Cerablûs jî di sala 2013'an de ket bin kontrola DAIŞ'ê. Li vî deriyê sînor ji sala 2013'an heta 2014'an bi 2 mîlyon 699 hezar dolarî îxracat hat kirin. Di sala 2014'an de bi 1 mîlyon 838 hezar dolarî îxracat hat kirin. Yanî bi giştî bi qasî 5 mîlyon dolarî îxracat hat kirin."

Balûken ev pirs kir: "Niha ev agahiyên Birêz Wezîr dane rast e, yan jî hejmarên Wezareat Gumruk û Bazirganiyê û TUÎK'ê rast in?". Balûken da xuyakirin, ku divê Wezareta Karên Derve û hikûmet eşkere bike, di dema herêm di bin kontrola DAIŞ'ê de bû, îxracata çi hatiye kirin.

'LI WÊ HERÊMÊ ÎXRACATA ÇI HAT KIRIN?'

Balûken ev pirs kir: "Eger DAIŞ rêxistineke terorê be, ev hejmarên îxracatê tên çi wateyê? Çi ji wê herêmê re hat firotin? Xebateke bazirganiyê ya di asteke ewçend bilind de dihat kirin, piştî ku herêm hat azadkirin û ket bin kontrola PYD'ê, çima sekinî?"