Peyama YPG: Komên çeteyan agirbest binpê kirin
Fermandariya YPG’ê ji saziya têkildarî agirbesta Sûriyeyê re nameyek şand û tê de diyar kir ku komên çeteyan li Helebê agirbest binpê kirine.
Fermandariya YPG’ê ji saziya têkildarî agirbesta Sûriyeyê re nameyek şand û tê de diyar kir ku komên çeteyan li Helebê agirbest binpê kirine.
Fermandariya YPG’ê ji saziya têkildarî agirbesta Sûriyeyê re nameyek şand û tê de diyar kir ku komên çeteyan li Helebê agirbest binpê kirine.
Fermandariya Giştî ya YPG’ê têkildarî binpêkirina komên çeteyan ên li Helebê ya agirbesta Sûriyeyê, peyamek ji saziya taybet a têkildarî agirbestê re şand.
Peyama Fermandariya Giştî ya YPG’ê wiha ye:
“Ji bo saziya taybet a agirbesta Sûriyeyê ya rêzdar…
Em dixwazin ji we re bibêjin ku Tevgera Ehrar El-Şam a Îslamî, Taûbûrên Sultan Murad, Lîwaa El-Sultan Mihemed Fatih, Taûbûrên Nûreddîn Zenkî, Feyleq El-Şam, Ceyş El-Îslam, Ceyş El-Mucahidîn, Kombûna Feqtesim Kema Emert, Tabûrên Ebû Emara, Tevgera Fercir El-Şam a Îslamî, El-Cebha El-Şamiya, Siqûr El-Cebel, Ceyş El-Izza, Fursan El-Heq, Ceyş El-Nesir, Cund El-Eqsa, Tabûrên El-Sefwa El-Îslamiya, Koma 113’an, Koma 16’an, Koma Ehfad Umer, Feyleq El-Rehman, Koma 101’an, Koma Yekemîn, Lîwaa Muntesir Bîllah bi alîkariya Cebhet El-Nusra di 6’ê Adara 2016’an de ji nuqteyên ku lê dimînin (Çerxerêya Cendûl û Kastîlo) êrîşî Taxa Şêx Meqsûd a bajarê Helebê kir û taxê topbaran dikin.
Di vê topbaran û êrîşê de, hawan, topên cehenemê ku bi destan hatine çêkirin û qernas jî hatin bikaranîn. Di encamê de 3 welatiyên sivîl ên taxê şehîd bûn û 10 jî di nav de jin û zarok hene, birîndar bûn. Hê jî hejmareke qurbanî hene, hê jî di bin xerabeyan de ne. Topbaran heta kêliya amadekirina vê raporê dewam dikir.
Heman komên ku li gundê Qubtan El-Cebel û Daret Izza jî bi cih bûne îro piştî nîvro saet di 14.00’an de gundê Başmêrê yê girêdayî navçeya Şêrawa ya Kantona Efrînê topbaran kirin. Di vê êrîşê de jî hawan, topên cehenemê û moşekên bi destan hatin çêkirin hatin bikaranîn.
Têbinî: Bi vê nameyê re wêne û dîmenên topbarana li dijî taxa Şêx Meqsûd jî hene.
Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Gel
6’ê Adara 2016’an”