Şehîdên Bakur û Rojava li Stockholmê hatin bîranîn

Şehîdên şoreşê yên li Bakur û Rojavayê Kurdistanê j ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê û dewleta Tirk di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, li paytexta Swêd Stockholmê bi merasîmekê hatin bîranîn.

Merasîma bîranînê ji aliyê Navenda Çanda Kurd a Demokratîk û Meclîsa Jinên Kurd a Amara ve hat organîzekirin û li lokala Komeleya Kurd a li Frîdhemsplanê pêk hat.

Li ser ala PKK'ê ya li maseyekê, wêneyên Berjîn Demîrkaya ya li Cizîrê di jêrzemînê de hat qetilkirin, Meryem Pamûkçû (Nûda Arjîn) a li Hezexê jiyana xwe ji dest da, şervanê YPG'ê Orhan Atici (Adil Konya) yê di 11'ê Îlona 2013'an de li Girkê Legê jiyaan xwe ji dest da û şervanê YPG'ê Mehmet Çapan (Şivan Şiyar) ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da, hat danîn.

Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Zubeyîr Aydar li vir axivî û diyar kir, mîna berxwedana li Rojava ya li hemberî çeteyên DAIŞ'ê hat nîşandan, îro li Sûr, Silopiya, Cizîr û gelek navçeyên Kurdistanê li hemberî êrîşên dewleta Tirk berxwedan tê nîşandan.

Aydar ragihand, ji bilî berxwedanê ti şensê gelê Kurd nîne û bibîr xist, ku di vê berxwedanê de ewladên leheng ên gelê Kurd şehîd ketine. Aydar da xuyakirin, ku gelê Kurd her tim li şehîdên xwe xwedî derketiye û wê ji niha û pê ve jî lê xwedî derkeve.

Aydar diyar kir, ew şîna şehîdan nagirin, li şûna şînê têkoşîna wan mezin dikin û destnîşan kir, ku bi meşa li ser şopa şehîdan re ew ê têkoşînê bi ser bixînin.

Metka Meryem Pamûkçû Şukran Kara jî da zanîn, ku dema ji bo veşartina cenaze çû Kurdistanê wê dît ku Sûr hatiye şewitandin û hilweşandin.

Kara da xuyakirin, li Sûrê şerekî giran heye û dewleta Tirk di vî şerî de her rêbazên li derveyî exlaqê bi kar tîne. Kara diyar kir, li bedena Meryem Pamûkçû şopa fîşekan tinebû, rengekî kesk hebû û got, "Dibe ku dewleta Tirk çeka kîmyewî bi kar anî be."

Xaltîka Mehmet Çapan Umît Bozan jî ragihand, ku Çapan ne şehîdê destpêkê ne jî yê dawî ye û destnîşan kir, ku dilsoziya bi bîranîna şehîdan re bi mezinkirina berxwedanê dibe.

...