Li Edene, Mersîn û Meletiyê 32 kes hatin binçavkirin
Li Edene, Mersîn û Meletiyê, xwendekar û rêveberên saziyan jî di nav de herî kêm 32 kes hatin binçavkirin.
Li Edene, Mersîn û Meletiyê, xwendekar û rêveberên saziyan jî di nav de herî kêm 32 kes hatin binçavkirin.
AKP a jê nehat berxwedana xwerêveberiyê a gelê Kurd bişikîne, operasyonên xwe yên qirkirina siyasî didomîne. Li Meletî, Edene û Mersînê hêzên dewletê avêtin ser gelek mal, wargeh û avahiyên saziyan. Di serdegirtinan de herî kêm 32 kes hatin binçavkirin.
MELETÎ
Polîsan li Meletiyê bi ser malên xwendekarên Zanîngeha Înonu û wargeha xwendekaran de girtin. Di serdegirtina malan û wargehê de 12 xwendekar hatin binçavkirin. Polîsan di serdegirtina wargehê de xwendekarên bi navê Dîlek Karakaş û Royan Demirkol binçav kirin. Di serdegirtina malan de jî xwendekarên bi navê Bêrîtan Înan, Muazzez Kaya, Reşit Bîlgîç, Mahmut Îlîk, Şukru Ozalp, Serhat Açiktepe, Ahmet Varli, Huseyin Tosun û 2 xwendekarên navê wan nehat zanîn binçavkirin. 12 xwendekarên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Meletiyê.
EDENE/MERSÎN
Li Mêrsînê danê sibehê di serdegirtina malan ên hemwext de Hevberdevkê HDK'ê yên Mersînê Hasan Cîde û Nûnerê TÛHAD-FED'ê Mehmet Akar jî di nav de 20 kes hatin binçavkirin. Polîsan her wiha bi ser Şaxê TUHAD-FED'ê yê Mersînê de jî girtine. Kesên hatin binçavkirin şandin, Midûriyeta polîsan ên Edene û Mêrsînê.
Kesên hatin binçavkirin navê hinan jê ev in: Nûnerê TUHAD-FED'ê yê Edeneyê Mehmet akar, rêveberên Şaxê TÛHAD-FED ê Mêrsînê Ahmet Ogûz, Selîm Ekîcî, Hevberdevkê HDK'ê yên Mêrsînê Hasan Cîde, endamê HDK'ê Veysî Kezer, endama KJA'yê Taybet Adiyaman, xwendekarên Zanînngehê Cansû Karataş, Suleyman Ak, Dûral Benek, Polat Erbey û Ridvan Serîn.