ROJANE
Hemû Nûçe
-
Kongreya Ciwanan a HDP'ê dewam dike
1. Kongreya Asayî ya Meclîsên Ciwanan ên HDP'ê destpê kir. Di daxuyaniya li kongreyê de hat destnîşankirin, ku ji bo bersiv ji êrîşên qirkirinê yên dewletê re bê dayîn, wê karekî bêhtir bi bandor were meşandin. -
Ji KJK'ê daxuyaniya li ser Komkujiya Gazî
KJK: Di salvegera 20. a komkujiya Gazî de em vê bûyera hovane bi tundî şermezar dikin. Bersiva me ya li vê komkujiyê wê mezinkirina pêşengî û xeta jina azad û têkoşîna demokrasî û azadiyê ya li Kurdistan û Tirkiyeyê be. -
Mirovên li Gazî jiyana xwe ji dest dan tên bîranîn
Mirovên di komkujiya Gazî de jiyana xwe ji dest dan, li taxa Gazî bi meşekê tên bîranîn. -
AKP a nikare bi berxwedanê, operasyonên qirkirina siyasî didomîne
Li Agirî, Sêwas, Stenbol û Mêrdînê di serdegirtinên malan de gelek kes hatin binçavkirin. -
10 HDP'yî hatin girtin
Hevserokê HDP'ê yê Îzmîrê Cavît Ûgûr û endama Meclîsa Partiyê ya HDP'ê Dîlek Aykan jî di nav de 10 kesên roja 9'ê Adarê li Îzmîrê hatin binçavkirin, hatin girtin. -
Şaredarê AKP'yî ranteke mezin pêşkêşî malbata xwe kir
Şaredarê Bajarê Mezin ê Rihayê yê AKP'yî Nîhat Çîftçî, ji bo herêmên erseyên malbata wî lê ne, destûra çêkirina avahiyên bilind da. Di encama vê yekê de buhayê van erseyan bi 4 qatan zêde bû. -
Çeteyên li Cizîrê sewqî Şirnexê kirin
Dewletê çeteyên xwe yên li Cizîrê bi gelek wesayîtên zirxî sewqî navenda Şirnexê kir. -
Li Stewrê agirê Newrozê hat pêxistin
Li Taxa Cilîn (Çinaronu) a Stewrê agirê yekemîn ê Newrozê hat pêxistin. -
Li Mersînê yekemin agirê Newrozê li Tarsûsê hat pêxistin
Li Mersînê yekemin agirê Newrozê bi tevlîbûna hezaran li Tarsûsê hat pêxistin. -
3 rojnemevanên li Nisêbînê hatibûn binçavkirin serbest hatin berdan
3 rojnemevanên li Nisêbînê bi hinceta “ Pelavên wan bi herîn e” hatibûn binçavkirin, îro seatên evarî serbest hatin berdan. -
Li televizyona Dewleta Danîmarka DR TV'yê çalakiya protestoyî
Kurdistanî û dostên wan bi armanca protestokirina medyaya ku qetlîamên li Kurdistanê ji nedîtî ve tê, heta avahiya televizyona DR meşiyan. -
Di şerên li herêma Ezazê de gelek çete hatin kuştin
Di şerên li derdora gundê Eyn Deqna diqewimin de, 2 wesayîtên leşkerî yên çeteyan hatin rûxandin û gelek çete hatin kuştin. -
Operasyonên qirkirina siyasî: Bi dehan binçavkirin, 9 girtin
Li Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê binçavkirin û girtin didome. Li gelek navendan di encama operasyonên polîsan de bi dehan kes hatin binçavkirin. -
Pevçûnên li Eyn Deqnayê berfireh bûn
Pevçûnên ku bi êrîşa komên çekdar ên Opozisyonê yên li ser gundê Eyn Deqna re destpê kirin, berfireh bûn û derbasî Minix û Elqemiyê jî bûn. -
Ji bo welatparêzê Kurdistanê Balyecî wê li Arnheîmê şîn bê danîn
Recep Balyecî yê demek dirêj ked daye têkoşîna azadiya Kurdistanê û 3 zarokên wî di nav refên gerîla de jiyana xwe ji dest dane, li Hezroyê ber bi rêwîtiya dawî hat oxirkirin. Ji bo Balyecî wê li Arnheîmê şîn bê danîn. -
Girtiyên sirgûnkirî di wesayîta rîngê de rastî şîdetê hatin
Ji girtîgehên Bakurê Kurdistanî sirgûnkirin didome. Hate hînbûn ku di wesayîtên rîngê de li ser girtiyan êrîşên fizîkî pêk hatine. -
Li Luksembûrgê konferansa 'jiyan ji bo Kobanê' hat lidarxistin
Heyeta ji Rojavayê Kurdistanê ku ev demeke li Luksembûrgê hevdîtinan dike, di konferansekê de Rêveberiya Xweseriya Demokratîk û çareseriya pirsgirêka li Sûriyeyê vegot. -
Lavrov bang li Mîstûra kir: Kurdan jî tevlî danûstandinan bikin
Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bang li Nûnerê Taybet ê Neteweyên Yekbûyî Staffan de Mîstûra kir û jê xwest Kurdan jî tevlî danûstandinên li ser Sûriyeyê bike. -
Nasnameya polîsê Berkîn qetil kir
Nasnameya polîsê Berkîn Elvan qetil kir hat eşkerekirin. -
Piştî Rûsyayê cîhana Rojava jî ji bo Sûriyeyê li ser federasyonê disekinin
Gelek welatên tevlî lêgerîna çareseriyek ji bo Sûriyeyê bûne, hat ragihandin ku li ser sîstemeke federal a xweseriyeke berfireh ji hemû nasnameyên herêmî re nas dike, disekinin. -
9 cenaze anîn Rihayê
9 cenazeyên kesên li Hezexê ji aliyê hêzên dewletê hatin qetilkirin û biribûn Mêrdînê anîn Rihayê. -
7 welatiyên Şêxmeqsûd birîndar bûn
Di topbarana li dijî Taxa Şêxmeqsûd a bajarê Helebê de 7 welatiyên din ên sivîl birîndar bûn. -
Li Mêrdînê 6 cenaze dîsa hatin teşxîskirin.
Kesên ku ji aliyê hezên dewleta Tirk ve li Hezexê hatibûn qetilkirin û piştre şandibûn Mêrdînê, nasnameya 6 ji van cenazeyan hate teşxiskirin. -
NY li hember hevpeymana YE-Tirkiyeyê nerazîbûn nîşan da: Dersînorkirinên komî îllegal in!
Komîsertiya Bilind a Penaberan a Neteweyên Yekbûyî li hember hevpeymana penaberan a Enqere û Ye nerazîbûna dersînorkirinên komî îllegal e nîşan da. -
KCD-E: Em bi ruhê berxwedanê tevlî çalakiyên li Strasboûrg û Ewropayê bibin
Hevserokatiya KCD-E, komkujiyên di meha Adarê de şermezar kir û li dijî êrîşên AKP'ê yên li Kurdistanê banga tevlîbûneke xurt ji bo çalakiyên li Strasboûrg û gelemperiya Ewropayê kir.