BI DÎMEN

Davûtoglû li Brukselê hat şermezarkirin

Serokwezîrê Tirk Davûtoglû yê niha li Brukselê ye, ji ber komkujiyên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê hat şermezarkirin.

Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû yê ji bo hevdîtina bi rayedarên Yekîtiya Ewropayê hat Brukselê, bi çalakiyên protestoyî hat pêşwazîkirin.

Davûtoglû ku wê piştî Serokwezîrê Yewnanîstanê Aleksîs Çîpras bi Serokê Konseya Donald Tûsk, Serokê Komîsyona Ewropayê Jean-Claûde Jûncker û Serokê Parlamenta Ewropayê Martîn Schûlz re hevdîtinan bike, li paytexta Belçîka Brukselê ji aliyê Kurdistanî û dostên wan ve hat şermezarkirin.

Bi sedan kes, ji bo şermezarkirina Davûtoglû li Meydana Schûman a li ber avahiya Konseya Ewropayê li hev civiyan.

Di çalakiya protestoyî de girseya gel bal kişand ser rola Davûtoglû ya di komkujiyên li Kurdistanê de. Çalakgeran dirûşmên "Kujer Erdogan", "Kujer Davûtoglû" û "Terorîst Tirkiye" qîriyan.