Li Elmanya û Awûstûryayê aktivîteyên 8’ê Adarê berdewam dikin
Li bajarên Ewropa bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cihanê aktivîteyên cuda û pîrozbahî berdewam dikin.
Li bajarên Ewropa bi wesîleya 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cihanê aktivîteyên cuda û pîrozbahî berdewam dikin.
Jinên li Elmanya û Awûstûryayê, xwedî li berxwedana Bakurê Kurdistanê derketin û terora hikûmeta AKP’ê û DAÎŞ’ê lenet kirin.
BONN
Li bajarê Bonn ê Elmanya li Navenda Civaka Demokratîk a Bonn Meclîsa Jinan a Sara civînek li dar xist.
Di civînê de giringiya 8’ê Adarê, têkoşîna jina Kurd û sînevziyana ku nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ên li ser jin û azadiya jinê hatî amadekirin hat temaşekirin.
HAGEN
Li bajarê Hagen ê Elmanya di pêşengtiya Meclîsa Jinan a Fîdan de aktivîteya 8’ê Adarê hat lidarxisitin. Di aktivîteya li DKTM a Hagenê hat lidarxistin de 3 jinên siyasetmedar Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Ûyar ên li Silopiyayê hatin qetilkirin hatin bîbîranîn.
Di axaftinan de bal kişandin ser êrîşên qirkirinê yên dewleta Tirk a li ser Bakurê Kurdistanê û bi taybet jî hedefgirtina jinan.
Di aktivîteyê de nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan ên li ser 8’ê Adarê hatin guhdarkirin.
MESCHEDE
Li bajarê Meschede yê Elmanya di pêşengtiya Komîna Jinan a Arjînê de panela bi mijara 8’ê Adarê hat lidarxistin.
Panela ku ji aliyê DKTM’yê ve hat lidarxistin, ji aliyê nûnerê YJK-E’yê ve têkildarî giringiya 8’ê Adarê nirxandin kir.
BODENSEE
Li bajarê Ravensbûrg ê herêma Bodensee ya Elmanya, însyatîfa jinên Kurd ên bi navê “Jinên Wêrek” şeva 8’ê Adarê li dar xistin.
Şeva şahiyê ya bi dirûşma “Ji bo aştiyê tevahî astengiya derbas bike” hat lidarxistin, nêzî 500 jinên Kurd û Elman beşdar bûn. Nijadperastan hewl dan çalakiyê asteng bikin, lê bi xwedîderketina jinan aktivîte berdewam kir.
Ji CÎK’ê Mele Sebrî, Papaz R. Hubschle, ji FDP’ê Tobîas Hûch, Parlementer Feleknas Ûca û li ser navê saziya Elewiyan jî nûnerek weke axaftvan beşdarî şeva şahiyê bûn. Di axaftinan de terora AKP’ê û DAÎŞ’ê hat lenetkirin.
FRIEDRICHSHAFEN
Komeleya Elewiyan a ku li bajarê Frîedrîchshafen ê Elmanya xebatên xwe dimeşîne, bi wesîleya 8’ê Adarê panelek li dar xist. Panela bi pêşkêşiya Gonul Bundogan destpê kir, dîroka 8’ê Adarê hat nirxandin. Di panelê de bal kişandin ser qetlîamên dewleta Tirk a li ser Kurdistanê.
Panel bi guhdarkirina helbestên Banî Peksen, Haydar Selçûk û Huseyîn Korkan Korkmaz ve bi dawî bû.
VIYANA
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê Komaleya Jinên Kurd a Avesta aktivîteya 8’ê Adarê li dar xist. Di aktivîteyê de berxwdana Bakurê Kurdistanê hat nirxandin, peyama wê sala 2016’an bibe sala berxwedana jinan hat dayîn.