Rewşa her du ciwanên ku polîsan li Edeneyê birîndar kirin giran e
Rewşa Beytûlah Savûcû û Serdar Arslan ê ku dema xwestin li Edeneyê terora dewletê ya li Kurdistanê protesto bikin ji aliyê polîsan hatin birîndarkirin, giran e.

Komek ciwan li kolana Obalar a Gulbahçe ya Seyhana Edeneyê bi boneya terora dewlete ya li Kurdistanê şermezar bikin meşiyabûn. Ciwanên dest bi meşê kirin rastî êrîşa polîsan a bombeyên gazê û guleyan hatibûn. Ciwanan jî parastin kir û pevçûn derketibû. Hate hînbûn ku di bûyerê de Beytûllah Savûnûcû û Serdar Arslan ji aliyê polîsan ve hatine birîndarkirin. Di encama gulebaran polîsan de ciwanên birîndarbûyî, welatiyan rakirin nexweşxaneyek taybet. Piştî mudaxeleya yekemîn a li vir sewqî Nexweşxaneya Lêkolînê ya Nimûne ya TOKÎ ya Edeneyê hatin kirin. Arslan li vir girtin emeliyatê, Savûnûcû jî li Nexweşxaneya Balcali ya Zanîngeha Çûkûrova girtin emeliyatê. Hate hînbûn ku rewşa ciwanan giran e.
Di navbera malbatên ciwanan û polîsan de alozî derket, hate hînbûn ku tax ji aliyê polîsan hatiye dorpêçkirin.