Ji FKÊ peyama 8'ê Adarê
Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ) bi wesîleya 8'ê Adarê Roja Jİnên Kedkar ên Cîhanê peyamek weşand û roj li hemû jinên berxwedêr, azadîxwz, jinên Kurd û bi taybetî li jinên Êzidî pîroz kir.

Di daxuyaniyê de kurte çîroka 8'ê Adarê hat bibîr xistin û hat ragihandin, ku jinên Kurd bi pêşengiya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) wateyeke cuda dane 8'ê Adarê.
FKÊ bal kişand ser têkoşîna bêhempa ya 40 salan a li Kuristanê û got, "Li Kurdistanê her roj bûye 8'ê Adarê û di vê têkoşînê de bi hezaran jinê Kurd wek Sara, Zîlan, Sema, Bêrîtan, Sêvê û Pakîze canê xwe feda kirin e. Di sala 1998'an de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve, bîrdoziya Jinê hate îlankirin. Jinên Kurd îro li Kurdistanê ji xwerêveberiya xweser re, ji têkoşîna demokrasî û azadiyê re pêşengiyê dike û bandoreke erênî li tevahiya jinên Rojhilata Navîn û cîhanê dikin."
Di dewama daxuyaniya xwe de FKÊ da zanîn, ku jinên Êzidî li welat û li derveyî welat, li ser xeta Bêrîvan, Hacer, Xanê û Bêrîvan Şengal xwe bi rêxistin dikin, li çiyayê Şengalê li dijî dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê çek rakirine, tola xwe hiltînin û pêngava têkoşînê bilidin dikin.
FKÊ bal kişand ser girîngiya rêxistinbûyîna jinên Êzidî û wiha dewam kir:
"Jinên Êzidî çiqasî rêxistinkirî û xwedî vîn be, wê civaka Êzidî jî ewpqasî bi pêş bikeve. Ji bo demokrasî û azadiya civakê, pêwîste têkoşîna jinê bêhtir bilind bibe û yekîtiya jinên Êzidî xurt bibe. Li ser vê bingehê em careke din 8'ê Adarê li hemû jinên berxwedêr pîroz dikin."