Li Edeneyê polîsan 2 kes birîndar kirin
Li Edeneyê ciwanên ku terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê protesto dikir, rastî êrîşa polîsên Tirk hatin. Hat ragihadin ku di êrîşê de 2 ciwan hatin birîndarkirin.
Li Edeneyê ciwanên ku terora dewleta Tirk a li ser Kurdistanê protesto dikir, rastî êrîşa polîsên Tirk hatin. Hat ragihadin ku di êrîşê de 2 ciwan hatin birîndarkirin.
Ciwanê ku ji bo operasyonên qirkirin û dorpêça li ser bajarên Kurdistanê protesto bikin li Kolana Obalar a girêdayî Taxa Bulbahçe ya navçeya Seyhanê kom bûn, rastî êrîşa polîsan hatin. Êrîşa ku bi bombeyên gazê, ava şid û guleyên rast pêk hat li xweparastina ciwanan qulibî. Hat ragihandin ku di şer de 2 ciwan ji aliyê polîsên Tirk ve hatin birîndarkirin.