Kongreyên li Swêd û Awûstûryayê

Navendên Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Swêdê kongreyên xwe pêk anîn. kurdistaniyên li eyaleta Bregenz a Awûstûryayê dijîn jî, kongreya komunê lidar xistin.

Navendên Civaka Demokratîk a Kurd (NCDK) li Swêdê kongreyên xwe pêk anîn. kurdistaniyên li eyaleta Bregenz a Awûstûryayê dijîn jî, kongreya komunê lidar xistin.

SWÊD

Li Swêdê, Navendên Civaka Demokratîk a Kurd kongreyên xwe pêk tînin. Bi dirûşma "Em berxwedanên li Cizîr, Sûr, Nisêbîn û Hezexê silav dikin" li bajarên Gavleborg, Dalarna, Orebro û Soderhamnê kongre hatin lidarrxistin.

Delegeyên kongreyan rexnedayîna xwe dan, her wiha ji aliyê fêmnekirina girîngiya berxwedana li Bakurê Kurdistanê û nedayîna desteka têrker, bal kişandin ser kêmasiyên xwe.

Endamê Komîteya Rêveber a KNK'ê Zubeyîr Aydar ku di kongreyên li bajarên Dalarna û Orebro amade bû, berxwedanên xwerêveberiyê yên li Bakurê Kurdistanê û rewşa dawî ya li Rojavayê Kurdistanê nirxand.

Aydar diyar kir, Bakurê Kurdistanê di pêvajoyeke gelekî hesas de ye û anî ziman, ku dewleta Tirk ji bo pelçiqandina têkoşîna gelê Kurd serî li her rêbazên bê exlaqî dide. Aydar bang li hemû Kurdistanî û dostên wan kir, ji bo bêhtir destekê bidin têkoşîna gelê Kurd ê berxwedêr.

Serokê Partiya Çep ê bajarê Orebro Mûrad Artîn ku weke mêvan tevlî kongreya li bajêr bû, da xuyakirin ku partiya wan li cem gelê Kurd ê li Bakurê Kurdistanê li ber xwe dide ye û dixwazin navê PKK'ê ji lîsteya rêxistinên 'terorîst' were derxistin. Serokê Partiya Keskan ê Bajêr Aso Zend û Serokê Partiya Karker a Sosyal Demokrat ê Bajêr Torgny Larsson banga sekinandina êrîşên li hemberî gelê Kurd û vegera li muzakereyên aştiyê kirin.

Li dû xwendina raporên xebat û aboriyê, delegeyan dest bi nîqaşê kirin, pêşniyar û rexneyên xwe pêşkêş kirin.

Ji bo Hevserokatiya NCDK a Dalarna Perîhan Karataş û Îdrîs Aylik, ji bo Hevserokatiya NCDK a Orebro Mufîde Rojhilat û Ridvan Altûn, ji bo Hevserokatiya NCDK a Gavleborgê Cazya Alma û Abdullah Kaya û ji bo Hevserokatiya NCDK a Soderhamnê jî Şehnaz Aldûr û Enver Engîn hatin hilbijartin.

AWÛSTÛRYA

Li eyaleta Bregenz a Awûstûryayê jî, Kurdistanî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Gotsîzê li hev civiyan û kongreya xwe ya 3. a komunê lidar xistin.

Kongreya ku Hevserokê FEY-KOM'ê Ozgur Taş jî lê amade bû, bi deqeyeke rêzgirtinê destpê kir û piştre xebatên salekê hatin nirxandin. Di kongreyê de nameya Berjîn Demîrkaya ya li Cizîrê di berxwedana xwerêveberiyê de şehîd ket, hat xwendin.

Piştî nirxandinê, rêveberiya nû ya komunê hat hilbijartin. Ji bo hevserokatiya komunê jî Alî Erzûrûm û Hulya Dêrsimî hatin hilbijartin. Kongre bi qîrîna dirûşmên "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

...