Meclîsa Mîdyatiyan dest bi seferberiya rêxistinbûyînê dike
Mîdyatiyan li bajarê Elmanya Bîelefeldê kongreya xwe ya duyemîn pêk anîn.
Mîdyatiyan li bajarê Elmanya Bîelefeldê kongreya xwe ya duyemîn pêk anîn.
Meclîsa Mîdyatiyên li Ewropayê dijîn, li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a bajarê Bîelefeldê kongreya xwe ya duyemîn li dar xistin.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê li ser navê NAV-DEM'ê Tahir Koçer axivî û destnîşan kir, ku şertê bûyîna neteweya demokratîk, rêxistinbûyîna li her qadê ye.
Koçer bi taybertî bal kişand ser taybetmendiyên ol û û ziman ên Mîdyatê û da zanîn, divê ev yek bê birêxistinkirin.
'SEFERBERIYA RÊXISTINBÛYÎNÊ'
Koçer got, "Bi vê Meclîsa Mîdyatiyên li derveyî welat re, em ê seferberiya rexistinbûyînê bidin destpêkirin û bi projeyên xwe re rêveberiyeke alternatîf derxînin holê."
Di kongreyê de rapora xebatê û maliyeyê ya Meclîsê ji aliyê Serokê berê yê Meclîsa Mîdyatiyan Nayîf Dogan ve hat xwendin.
Piştî nîqaşan Meclîsa Mîdyatiyên li Ewropayê ya ji 35 kesan biryarên xebatê yên ji 25 xalan wergirt û komîsyonên cuda ava kir. Ji bo Hevserokatiya Meclîsê jî Nayîf Dogan û Gulnaz Beyaz hatin hilbijartin.