Heyeta HDP’ê wê li Strasboûrg û Parîsê hevdîtinan pêk bîne

Heyeta HDP’ê li hember êrîşên qirker ên çeteyên AKP’ê li ser Kurdistanê didin meşandin, wê li Strasboûrg û Parîsê hevdîtinan pêk bîne.

Heyeta HDP’ê ya ku Parlamenterê Rihayê Osman Baydemîr, Parlamenterê HDP’ê yê Êlihê Alî Atalan, Nûnerê HDP’ê yê Konseya Ewropa Faîk Yagizay jî tê de ye, hat Strasboûrgê. Tê payîn ku Baydemîr sibehê saet 13.00’an konê nobedê ziyaret bike û civînekê bi çalakvanan re çêke.

Tê payîn ku HDP’î ji bo veguhestina qetlîamên dewleta Tirk bi rayedarên Parlamentoya Ewropa (PE), Yekîtiya Ewropa (YE) û Meclîsa Parlamenterên Konseya Ewropa (MPKE) re li Strasboûrg û Parîsê hevdîtinan pêk bînin.

HIŞYARÎ: WÊ BANDORÊ LI EWROPA JÎ BIKE

Heyet wê ji mûxatabên xwe re bêje ku di serî de Kurdistanê, pêkanînên desthilatiya AKP’ê ya li herêmê  êdî hatiye asteke ku nayê kontrolkirin û encamên wê ne tenê herêmê, di heman demê de wê Ewropa jî bandor bike.

Heyeta HDP’ê ji bo roja Çarşemê wê bibe mêvanên komîsyona kontrolkirina welatên endamên MPKE ya li Parîsê kom dibe. Tê payîn ku HDP’ê bendewariyên xwe di vê civînê de jî bîne ziman.”