Li Stockholmê çalakiya PJAK'ê ya ji bo berxwedana Bakurê Kurdistanê

Di xwepêşandanê de berxwedanên Bakur û Rojavayê Kurdistanê hatin silavkirin û dewleta Tirk hat şermezarkirin.

Komîteya Swêdê ya PJAK'ê bi armanca şermezarkirina êrîşên dewleta Tirk ên li Bakurê Kurdistanê û ji bo piştgirîdayîna ji xwerêveberiyên li Cizîr, Sûr, Silopiya, Hezex û navçeyên din ên Bakurê Kurdistanê, li paytexta Swêd Stockholmê duh piştî nîvro mîtîngek lidar xist.

Bi giranî Kurdistaniyên ji Rojhilatê Kurdistanê beşdarî mîtîngê bûn û Ereb û Îraniyan jî destek dan. Di çalakiyê de nûnerên KNK, PJAK, Meclîsa Jinên Kurd a Amara, rewşenbîrên Îranî û Ereb axivîn. 

Qisekeran bal kişandin ser êrîşên dewleta Tirk ên li hemberî Rojava û Bakurê Kurdistanê û diyar kirin, bi van êrîşan re dewleta Tirk dixwaze pêşî li statuya gelê Kurd bigire. 

Nûner û rewşenbîran bang li parêzvanên mafên mirovan kirin, ku li cem gelên Rojava û Bakurê Kurdistanê cih bigirin.

Her wiha ji bo çalakiya roja 8'ê Adarê ya li meydana Medborgarplatsenê, ku wê saet di 18:00 de destpê bike, banga tevlîbûnê hat kirin.

Di xwepêşandanê de bi qîrîna dirûşmeyan re berxwedanên Bakur û Rojavayê Kurdistanê hatin silavkirin û dewleta Tirk hat şermezarkirin.

...