20 wekîlên Swêdî name ji Erdogan û Davûtoglû re şandin: Bes komkujiyan bikin

Parlamentera Partiya Çep Amîneh Kakabaveh, ji bo êrîşên li Bakurê Kurdistanê biqedin û hevdîtinên ji bo aştiyê ji nû ve destpê bikin, hin hevdîtin kir.

20 wekîlên Swêdî yên nerazîbûn nîşanî hikûmeta AKP'ê ya li hemberî gelê Kurd komkujiyan dike dan, ji Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû re nameyek şandin. Wekîlan xwestin êrîşên li hemberî Kurdn bên qedandin û muzakereyên ji bo aştiyê ji nû ve bên meşandin.

Paramentera Partiay Çep a Swêdê Amîneh Kakabaveh ku hefteya derbasbûyî li Amed û Sûrê lêkolîn û hevdîtin kir, piştî vegeriya Swêdê ji bo êrîşên li Bakurê Kurdistanê biqedin û hevdîtinên ji bo aştiyê ji nû ve destpê bikin, hin hevdîtin pêk anî.

KOMKUJIYA LI SURÊ JI SEROKWEZÎR RE VEGOT

Kakabaveh komkujî û şerê li Sûrê bi çavên xwe dît, di civîna Komîsyona Yekîtiya Ewropayê de xist rojevê û ji Serokwezîrê Swêdê Stefan Lofven ê di civînê de amade bû xwest, ji bo qedandina komkujiyên li hemberî gelê Kurd bikeve nava hewldanan.

Kakabaveh di heman demê de ji bo pêşî li komkujiyeke nû ya li Sûre were girtin, kampanyayeke îmzeyan da destpêkirin. Di vê çarçoveyê de nameyek ji aliyê 20 parlamenterên ji 7 partiyên siyasî ve hat morkirin, ji Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan û Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû re hat şandin.

PARLAMENTERÊN MORA XWE DANÎNE BINÊ NAMEYÊ

Parlamenterên mora xwe danîne binê vê nameyê ev in: Parlamenterên Partiya Çep; Amîneh Kakabaveh, Danîel Sestajcîc, Karîn Rosjo, Emma Wallrûp, Stîg Henrîksson, Jens Holm, Wîvî-Anne Johansson, Parlamenterên Partiya Keskan; Annîka Lîllemets, Marco Venegas, Jabar Amîn, Valter Mûtt, Parlamenterên Partiya Karker a Sosyal Demokrat; Eva Lena Johansson, Lawen Redar, Roza Guçlu Hedîn, Arne Hamednaca, Parlamenterên Partiya Mûxafazakar; Lîsbeth Sûndn Andersson, Margareta Cederfelt, Parlamentera Partiya Navendî Kerstîn Lûndgren, Parlamentera Partiya Demokratên Xiristiyan Desîree Pethrûs û Parlamentera Partiya Lîberal Tîna Acketoft.

'PÊWÎSTÎ BI ÇARESERIYEKE AŞTIYANE HEYE'

Di nameyê de hat gotin, "Rewşa û qewimînên li Tirkiyeyê roj bi roj xetere dibin. Di dema dawî de agahiyên li ser êrîşên leşkerî yên li dijî bajarên bi giranî Kurd lê dijîn tên. Qedexeya derketina devre û pêkanînên rewşa awarte bandorê li jiyana rojane ya bi mîlyonan mirovan dike. Ji ber şer dibistan neçar mane bên girtin. Beriya her tiştî gelê Kurd zerarê ji vê dibîne. Zarok jî di nav de bi sedan sivîl û mirovên bêguneh di van êrîşa de jiyana xwe ji dest dan. Bûyerên li başûrrojhilatê welêt diqewimin nîşan didin ku di navbera hikûmet û hêzên li hemberî wê şer dikin de pêwîstî bi çareseriyeke aştiyane heye."

Parlamenteran bang li dewleta Tirk kirin ku dawî li êrîşên xwe yên leşkerî bîne û di bin çavdêriya aliyekî sêyemîn de li muzakereyên aştiyê vegere.