Greva birçîbûnê ya ji bo piştgiriya bi gelê Kurd re bi dawî bû
Li Brukselê, endamên Yekîtiya Jinên Sosyalîst û Malên Gel, greva birçîbûnê ya bi şiyara "Dibe ku sibe dereng be, em destûrê nedin komkujiyên nû" bi dawî kirin. Grevê 2 rojan dewam kir.
Li Brukselê, endamên Yekîtiya Jinên Sosyalîst û Malên Gel, greva birçîbûnê ya bi şiyara "Dibe ku sibe dereng be, em destûrê nedin komkujiyên nû" bi dawî kirin. Grevê 2 rojan dewam kir.
Tevgera Jinên Kurd li Belçîkayê, Komeleyên Asûrî-Suryaniyan, Komeleya Ermeniyan a Demokrat li Belçîkayê, alîgirên Partîzan li Belçîkayê, Rêxistian Alîkariya Sor, Konfederasyona Yekîtiyên Elewiyan li Ewropayê, Yekîtiya Jinên Elewî li Ewropayê çalakgerên grevê ziyaret kirin û li ser navê Rexistina Efûyê-BelçÎka Fatma Bînîcî destek da çalakiyê.
Nûnerên van saziyên hatin serdanê, di axaftinên li vê derê de bal kişandin ser polîtîkaya tinekirinê û êrîşên hikûmeta AKP'ê û dewleta Tirk ên li hemberî gelê Kurd û berxwedana gelê Kurd a li hemberî van êrîşa silav kirin.
Qisekeran diyar kirin, pêla êrîş û girtina hevşaredaran, nûnerên rêxistin û saziyên gelê Kurd, hewldana ji bo xurtirina dîktatorî û mezinkirina tirsê ne û destnîşan kirin, ev êrîşên wehşî destpêka dawiya wan e.
Hat destnîşankirin, ku saziyên koçberan ên li Ewropayê bi rexistin in, wê li hemberî bêdengiya welatên Ewropayê ya li pêşberî van komkujiyan çalakiyên xwe bidomînin.