Ji KCD-E peyama 8'ê Adarê

KCD-E têkildarî 8'ê Adarê peyamek weşand û got, "Jinên Kurd ne tenê ji bo civaka Kurdistanê ji bo tevahiya jinên cîhanê bi roja pêşengiyê radibin."

KCD-E têkildarî 8'ê Adarê peyamek weşand û got, "Jinên Kurd ên li hemû qadên jiyanê dîrokeke mezin a berxwedanê afirandine, ne tenê ji bo civaka Kurdistanê ji bo tevahiya jinên cîhanê bi roja pêşengiyê radibin."

Kongreya Civaka Demokratîk li Ewropayê (KCD-E) daxuyaniyeke nivîskî weşand û 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê pîroz kir.

Di daxuyaniyê de destanên berxwedanê yên jinên Kurd hatin bibîrxistin û işaret bi girîngiya roja îro hat kirin. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Xeta berxwedanê ya ji aliyê Sakîne Cansizan, Sêvê Demîr û Pakîze Nayiran ve hatiye afirandin, pêşengiyê ji gelê Kurd û tevahiya mirovahiyê re dike. Em dilsoziya xwe ya bi nirxên têkoşîna wan re dubare dikin û dibêjin, ku ji bo bicihanîna hesret û hêviyên wan, em ê bi hewldanên xwe re têkoşînê xurt bikin."

KCD-E da zanîn, ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevî nirxên xwe yên bilind, di têkoşîna azadiyê ya 40 salan de destketiyên mezin radestî dîroka mirovahiyê kiriye û got: "Di nava vê demê de, xeta azadiya jinê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi bîrdoziya jinê re di şexsê jinê de veguheriye hêz û dildariya azadiyê ji bo hemû bindestan."

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Weke gelê Kurd em pêvajoya avakirina jiyaneke demokratîk a ber bi neteweya demokratîk ve, dijîn. Ev pêvajo bi berxwedan û keda Bêrîtan, Zîlan, Sema Yuce û gelek lehengên mîna wan afiriye. Ev destanên berxwedanê ku ji aliyê şopdarên van lehengan Arîn Mîrkan, Sêvê Demîr û Pakîze Nayir ve tê dewamkirin, gav bi gav bi pêş de diçe. Jinên Kurd ên li hemû qadên jiyanê dîrokeke mezin a berxwedanê afirandine, ne tenê ji bo civaka Kurdistanê ji bo tevahiya jinên cîhanê bi roja pêşengiyê radibin. Ev pêşengî li qadên bîrdozî, siyasî û civakî bi çanda berxwedanê re xwe nîşan daye."

KCD-E destnîşan kir, ku asta fedekarî, ruhê têkoşînê û pêşengiya jinan a di nva berxwedanên xwerêveberiyên demokratîk ên li Bakurê Kurdistanê nîşan didin, debeke mezin li sîstema bi serdestiya mêr dixin û got, "Bi wesîleya 8'ê Adarê em hemû jinên berxwdêr ên di nava berxwedanên xwerêveberiya demokratîk de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bibîr tînin û careke din dibêjin, em ê bibin şopdarên xeta wan a azadiyê. 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar en Cîhanê li hemû jinên berxwedêr pîroz be."