Di şexsê bav û kur de hemû şehîdên xwerêveberiyê hatin bîranîn
Li bajarê Fransa Rennesê, di şexsê bav û kurê ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin de hemû şehîdên xwerêveberiyê hatin bîranîn.
Li bajarê Fransa Rennesê, di şexsê bav û kurê ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin de hemû şehîdên xwerêveberiyê hatin bîranîn.
Li bajarê Fransa Rennesê, di şexsê bav û kurê ji aliyê dewletê ve hatin qetilkirin de hemû şehîdên xwerêveberiyê hatin bîranîn.
Hikmet Çark ê di berxwedana Cizîrê de jiyana xwe ji dest da, bavê wî Mehmet Sıddık Çark ê di sala 1992'an de li Îdirê bi destê dewletê hat qetilkirin û hemû mirovên di berxwedana xwerêveberiyên li Bakurê Kurdistanê de jiyana xwe ji dest dan, li bajarê Fransa Rennesê hatin bîranîn.
Merasîma bîranînê i Navenda Civaka Demokratîk a Amara bi beşdariya bi sedan kesî hat lidarxistin. Di merasîma bîranînê de kekê Hikmet Çark Cafer Çark, xizmên wî û malbatên şehîdan ên li Rennes û derdora wê dijîn, amade bûn.
Piştî deqeyeke rêzgirtinê Hevserokê Navenda Civaka Demokratîk a Amara Menzer Kiliç axivî û got, "Ji bo em layiqî şehîdên xwe bin, divê li her qadê em têkoşîna xwe mezin bikin."
Kekê Hikmet Çark Cafer Çark da xuyakirin, ku ji bo rakirina cenazeyê birayê xwe ew bi mehan mijûl bûne û dema cenazeyê xwe veşartine jî rastî gelek astengiyan hatine. Çark diyar kir, ew bi bav û birayê xwe re serbilind e û got, "Hemû mirovên tevî birayê min şehîd ketin, li ber çavê min Hikmet in."
Li ser navê Civaka Îslamî ya Kurdistanê Mele Mehmûd jî di axaftina xwe ya li vir de ragihand, mirovên ji bo ziman, bawerî û çanda xwe li Kurdistanê li ber xwe didin û şehîd dikevin, maskeya ol a AKP'ê ya sexte teşhîr kirine. Mele Mehmûd da zanîn, ku di ti ol û baweriyê de qetilkirina mirovan bi rengekî wehşî nîne û destnîşan kir, ku divê mirovahî hemû li hemberî zîhniyeta barbar a AKP'ê ya bi cenazeyan dilîze, bikeve nava tevgerê.
Metîn Ayîn jî li hemberî zîhniyeta barbar banga xurtkirina têkoşînê kir.
Ji xizmetên Çark Sebrî Îdir jî bîranînên xwe yên bi Hikmet Çark û bavê wî M. Sıddık Çark vegot û qala jiyana wan kir.
Piştî axaftinan sînevîzyon hat nîşandan. Dûre xwarina xêrê hat belavkirin û merasîm bi qîrîna dirûşmên "Şehîd Namirin", "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.