Li Viyanayê kongreyên YXK û PYD’ê
Li Paytexta Awûstûrya Viyanayê kongreyên YXK û PYD’ê hatin lidarxistin.
Li Paytexta Awûstûrya Viyanayê kongreyên YXK û PYD’ê hatin lidarxistin.
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê, Şaxa YXK'ê ya Viyanayê duh kongreya xwe pêk anî û rêveberiya xwe ya nû diyar kir.
Kongreya ku li Navenda Çandê ya Elewiyan hate lidarxistin bi rêzgirtinê destpê kir. Di kongreyê de li ser tecrîda Reberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û berxwedana YPS’ê nirxandin hatin kirin.
Piştî nirxandinan, reveberiya nû hat hilbijartin.
KONGREYA PYD’Ê
PYD’ê li paytexta Awûstûrya Viyanayê kongreya xwe a 2’yemîn li dar xist.
Di kongreya li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a Viyanayê hat lidarxistin de berdevkê PYD’ê yê Ewropayê û 100 delege amade bûn. Di kongreyê de rewşa siyasî hate nirxandin û piştre reveberiya nû hate hilbijartin.
Kongre bi dirûşmeya “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.