Di şeva piştgiriyê ya Frankfûrtê de banga xwedîderketina berxwedanê
Di şeva piştgiriyê ya li Frankfûrtê de, banga xwedîderketina li berxwedana Bakurê Kurdistan û Gurgumê hate kirin.
Di şeva piştgiriyê ya li Frankfûrtê de, banga xwedîderketina li berxwedana Bakurê Kurdistan û Gurgumê hate kirin.
Li bajarê Frankfûrt ê Elmanayayê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk, şeva piştgiriyê hate lidarxistin.
Aktivîteya li salona Saalbaûyê ji aliyê koroya zarokan a bi navê ‘Sê Gulên Azad” bi xwendina sirûda “Ey Reqîb” ve destpê kir.
Di aktivîteyê de li ser navê Meclîsa Jinê ya Amarayê Delal Yaman axivî û diyar kir ku divê Kurdên li Ewropa dijîn ji bo çand, ziman û zarokên xwe ji sîstema kapitalîzmê biparêzin divê bibin endamên komeleyan.
Koma şanoyê ya bi navê ‘Paya’ li ser qetlîamên Cizîrê şanoyek pêşkêş kirin.
KAMPANYAYA MALBATÊN HEVAL
Hevseroka NAV-DEM’ê Fatoş Goksûngûr jî axivî û bal kişand ser Kampanyaya Malbatên Xwişk û Biratiyê. Goksûngûr anî ziman ku divê xwedî li berxwedana Bakurê Kurdistanê derkevin, ji bo vê bang li her kesî kir ku beşdarî kampanyayê bibin. Goksûngûr wiha got: “Her malbat divê li Cizîrê malbateke xwişk û bira ava bike. Bi malbatên rewşa wan xirab re yek du malbat dikarin malbateke xwişk û bira ava bike.”
JI BO GURGUMÊ BANGA MEZINKIRINA TÊKOŞÎNÊ
Di aktivîteyê de, ji bo avakirina kampa cihadîstan a ku dixwazin li Gurgumê li cihê Elewiyan ava bikin jî bertek hatin nişandan û banga mezinkirina têkoşînê hate kirin.
Piştî axaftinan, sînevziyona ku têkildarî jiyana Mehmet Tûnç û qetlîamên Cizîrê hatibû amadekirin hate pêşkêşkirin.
Di dawiya aktivîteyê de Mîrxan Amed, Koma Roj, Sena Dersimî, Alî Xidir, Firat Îmîraza, Yaşar Serhad û Sarya Dersim hatin ser dikê.