Komîteya Rojava hevdîtinên xwe yên li Swêdê qedand

Heyeta Rojava, xebatên xwe yên dîplomatîk ku ev hefteyeke li Swêdê dimeşîne, piştî vekirina Nûnertiya Rojava li Swêdê, bi civîneke çapemeniyê bi dawî kir.

Heyeta Rojava ya ji Fermandara YPJ'ê Nesrîn Abdullah, Wezîrê Karên Derve yê Kantona Cizîrê Abdulkerîm Omar û Serokê Konseya Neteweyî ya Suryaniyan Bassam Îshak pêk tê, xebatên xwe yên dîplomatîk ku ev hefteyeke li Swêdê dimeşîne, piştî vekirina Nûnertiya Rojava li Swêdê, bi civîneke çapemeniyê bi dawî kir. Di merasîma vekirina nûnertiyê û civîna çapemeniyê de Hevseroka TEV-DEM'ê Sînem Mûhammed jî amade bû.

Abdullah, Omar û Îshak di hevdîtinên xwe yên hefteyekê de bi rayedarên Partiya Karker a Sosyal Demokrat, Partiya Keskan a Hawirdorparêz, Însiyatîfa Femînîst, lîderê Partiya Çep Jonas Sjostedt û Berpirsyarê Polîtîka Derve Hans Lînde re rûniştin. Her wiha Wezîrê Parastinê yê Swêdê Peter Hûltqvîst jî li wezareta parastinê ziyaret kirin.

Piştî hevdîtina bi Serokê Palme Center re heyetê, tevî parlamenterên Partiya Karker a Sosyal Demokrat, gora Wezîra Karên Derve ya berê Anna Lîndh a ji ber êrîşeke bi kêran jiyana xwe ji dest da ziyaret kir û kulîlk danî ser gorê.

Heyeta Rojava ya bi rayedarên Wezareta Karên Derve re jî hevdîtin kir, ji aliyê medyayê ve bi baldarî hat şopandin. Medya dîtbarî û nivîskî bi taybetî bi Fermandara YPJ'ê Nesrîn Abdullah re gelek hevpeyvîn kir.

ALA KURDISTANÊ LI AVAHIYA ŞAREDARIYÊ HAT DALIQANDIN

Nesrîn Abdullah çû navçeya Soderhamnê û bi rayedarên şaredariyê û nûnerên partiyên siyasî re hevdîtin kir. Dûre di civînên gel de, rewşa dawî ya li Rojava vegot.

Ji ber hatina Abdullah û hevdîtinên bi rêveberan re, ala Kurdistanê bi avahiya şaredariyê ve hat daliqandin. Û al heta roja Duşemê li pêş avahiya şaredariyê her li ba bû.

Xwendekarên li Sonderhanmê dixwînin, ji bo tevkariyê li çêkirina dibistanek li Kobanê bikin, çekek ji 65 hezar kronî radestî Abdullah kirin.

KONFERANSA LI PARLAMENTÊ

Li Parlamentê bi pêşengiya Partiya Çep û Partiya Keskan konferansek hat lidarxistin û tevî nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl gelek parlamenterên ji Partiya Çep, Partiya Keskan, Partiya Karker a Sosyal Demokrat, Partiya Demokrat a Xiristiyan û Partiya Lîberal beşdarî konferansê bûn.

Abdullah di destpêka axaftina xwe ya li parlamentê de qala rêxistinbûyîna lekşerî ya jinan a li Rojava kir. Abdullah da zanîn, ku ji bo parastina welatê xwe jinan yekîneyên parastinê ava kirine û got, "Armanca me şer nîne, lê belê ji ber ku êrîş li me tê kirin, em neçar dibînin şer bikin. Em naxwazin şer bikin, em dixwazin sîstemeke nû ya civakî ava bkin."

Abdullah di dewama axaftina xwe de got, "Eger hêza bi têra kontrolkirina tevahiya cîhanê hebe jî em ê êrîşî kesî nekin. Lê eger cîhan tev êrîşî me bike, çi dibe bila bibe em ê xwe biparêzin. Em bi vê ferasetê welatê xwe, civak û nirxên xwe diparêzin. YPJ bi vê armancê ava bû" û da zanîn, armanca wan a herî girîng; parastina civakê ji her şêwe gefan e.

PIŞTÎ 2 HEZAR 500 SALAN SURYANÎ CARA YEKEMÎN E BÛ ZIMANÊ FERMÎ

Serokê Konseya Neteweyî ya Suryaniyan Bassam Îshak jî da xuyakirin, ku li Gozarto gelên Ereb, Kurd û Suryanî li hev civiyan e, hevpeymaneke civakî îmze kirine û biryar dane bi hev re bi awayekî wehkev bijîn.

Îshak got, "Berî û piştî Esad jî zext li Suryaniyan dihat kirin. Piştî vê hevpeymana me li herêma me 3 zimanên dayikê; Kurdî, Erebî û Suryanî weke zimanên fermî hatin qebûlkirin. Zimanê Suryanî piştî 2 hezar 500 salan cara yekemîn weke zimanê fermî hat qebûlkirin. Ev yek jî, ji bo naskirina mafên me yên ku demeke dirêj e em jê bêpar hatine hiştin, gelekî girîng e..."

EM NAXWAZIN BIBIN PARÇEYEK JI ŞERÊ ETNÎKÎ Û OLÎ

Wezîrê Karên Derve yê Kantona Cizîrê Abdulkerîm Omar diyar kir, gelê Kurd alîgirê avavkirina Sûiryeyeke dmokratîk e, lê belê ji ber zextên rejîma Esad ji aliyekî û destwerdana welatên mîna Tirkiye, Erebîstana Siûdî û Qatarê li aliyê din, nekariye heta niha vê armanca xwe pêk bînin.

Omar li ser rêxistinbûyînên gel ên piştî Şoreşa Rojava agahî da û got, "Em naxwazin bibin parçeyek ji şerê komên etnîkî û olî. Em Sûriyeyeke navendî ya ji jorê ve bi rê ve dibe, naxwazin. Em li Rojava sîstemeke modern, wekhev û ji tevahiya Sûriyeyê re dikare bibe mînak ava dikin. Bi gelên em bi hev re dijîn, em Rojava bi rê ve dibin, diparêzin. Bi vê ferasetê, li dijî êrîşên terorê em Suryaniyan û Kurdên Êzidî diparêzin. Lewma me çeteyên DAIŞ'ê li Kobanê sekinand û têk bir."

Omar destnîşan kir, ku têkoşîna li dijî DAIŞ'ê li Rojava tê meşandin, ne tenê ji bo parastina gelên li herêmê dijîn e, di heman demê de ji bo parastina mirovahiyê û hemû nirxên mirovahiyê ye.

Qisekeranpiştre bersiv dan pirsên parlamenter û nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl ên beşdarî konferansê bûn.

ABDULLAH: SÊ ARMANCÊN HEVDÎTINÊN LI EWROPAYÊ HENE

Heyeta Rojava duh piştî vekirina Nûnertiya Rojava ya li Swêdê, civîneke çapemeniyê ku Ajansa Nûçeyan a Swêdê TT jî di nav de gelek rojnamevan lê amade bûn, lidar xist.

Nesrîn Abdullah di axaftina xwe ya li vir de anî ziman ku sê armancên hevdîtinên wan ên li Ewropayê hene û ev her sê armanc wiha bilêv kir: "Ya yekemîn; Me dixwazin rêxistinbûyîna li Rojava were qebûlkirin. Ya duyemîn; Mafên gelê Kurd û gelên din ê li Rojava dijîn bên qebûlkirin. Ya sêyemîn; Di têkoşîna li dijî terorîzmê de em dixwazin destekê ji Ewropayê werbigirin."

Nesrîn Abdullah bibîr xist, ku di têkoşîna li hemberî çeteyan de nêzî 5 hezar hevalên wan jiyana xwe ji dest dane, gelek ji wan seqet man e û diyar kir, ji bo dermankirina birîndaran derfetên wan nîne. Abdullah da xuyakirin, ku wan ji welatên Ewropayê xwestine hevalên wan ên seqet man e tedawî bikin, lê belê heta niha bersiveke erênî ji wan re nehatiye dayîn.

...