Gundekî din ê Mûsilê hat rizgarkirin

Hêzên ji bo rizgarkirina Mûsilê li hev kom bûne, gundekî din ji DAIŞ'ê rizgar kirin. Ev gundê Ereban di encama êrîşa hevpar a Pêşmerge û hêzên Heşdî eş Şabî de hat rizgarkirin.

Heşdî eş Şabî û hêzên Pêşmerge yên ji bo Operasyona Fetîh li Başûrê Kurdistanê ne, duh bi şev êrîşî gundê Barîma yê ser bi bajarokê Bayboht ê Mûsilê kirin. Di vê êrîşê de gelek kuştiyên çeteyên DAIŞ'ê çêbûn û çeteyan ji neçarî xwe ji gund vekişandin. Fermandarê Pêşmergeyan ê Eniya Hevpar Serbest Tîwanîşî anî ziman, ku êrîş bi plansaziya hevpar a her du hêzan pêk hatiye û ti kuştî ji wan çênebûye.

Serbest Tîrwanîşî ragihand, ev operasyon lokal e û diyar kir, bi rizgarkirina vî gundê Ereban re wan çeperên xwe zexm kirine, lê ew ê bi pêş de neçin.