Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo ji bo Altûn û Kaytan peyam şand

Polîsê Tirk li benda mirina ciwanê birîndar ma

Li Edeneyê, ciwanê bi navê Ferdî Yildirim ê duh danê sibehê di şer de birîndar bû, jiyana xwe ji dest da. Derket holê, polîsê Tirk li ber serê ciwanê birîndar nobed girtiye û li benda mirina wî maye.

Li gorî agahiyên ji şahidên bûyerê hatin wergirtin, polîsê Tirk saetekê bang li ambûlansê nekir û li benda mirina Yildirim sekinî.

Li taxa Kuçukdîkîlî ya navçeya Edene Seyhanê, duh danê sibehê li hemberî wesayîta polîsan êrîşeke çekdarî pêk hat û piştre şer derket. Hat hînbûn, Ferdî Yildirim (25) ê di vî şerî de birîndar bû ji aliyê polîsan ve hat înfazkirin. Li gorî şahidên bûyerê, 3 kesên tiving pê re bûn, saet di 04:00 de li hemberî polîsan şer kirin. Di şer de 2 polîs ji sînga xwe birîndar bûn. Li ser vê yekê gelek maşînên zirxîn ketin nava taxê û şerê li vir giran bû. Şahidan gotin, "Di vî şerî de Ferdî Yildirim birîndar bû û li erdê dirêjkirî bû. Tevî ku birîndar jî bû bi qasî saetekê bang li ambûlansê nehat kirin. Polîs li ber serê Yildirim sekinînin û li benda mirina wî man. Piştî ku Yildirim jiyana xwe ji dest da, wesayîta rakirina cenaze anîn cihê bûyerê."

Şêniyên taxê dan xuyakirin ku ev demeke dirêj e li taxê bûyerên dizî, xesp û narkotîkê zêde bûne û polîs bi ti awayî li dijî vê yekê tiştekî nakin. Şêniyên taxê diyar kirin, wê rojê danê sibehê, komek ji ciwanan ji bo ewlekariya taxê pêk bînin digeriyan. Şêniyên taxê diyar kirin, ku tevî ewçend bûyerên dizî û narkotîkê jî rojekê polîs nehatiye taxê, lê balkêş e wê rojê li taxê geriyan e.