Qatilên Alî Îsmaîl Korkmaz hatin berdan

Doza têkîldarî qetilkirina Alî Îsmaîl a 2 jê polîs 5 kesên bi girtî tên darizandin de heyeta dadgehê der barê 3 xebatkarên firinê yên li Korkmaz xistibûn de biryara tehliyeyê da.

Doza têkîldarî qetilkirina Alî Îsmaîl Korkmaz ê ku li Eskîşehîrê di dema Berxwedana Geziyê de bi lêdanê hate qetilkirin, piştî ku ji aliyê Dadgeha Bilind ve hatibû xirakirin li 3'yemîn Dadgeha Cezaya Giran a Kayseriyê hate dîtin.

Piştî nîvro heyeta dadgehê heyeta dadgehê der barê polîsên bersûc Mevlut Saldogan û Yalçin Akbûlût de biryara berdewamkirina girtîbûna wan da. Bersûcên bi navê Îsmaîl Koyûncû, Ramazan Koyûncû û Mûhammet Vatansever ên ku 6 sal û 8 meh ceza girtibûn dema wan a girtîbûnê li ber çavan hate girtin û hatin berdan.