Polîs hewl dide hejmara çalakgerên li Bexdayê kêm bike
Li ser banga lîderê Şîa yê Iraqî Muqteda Es Sadr, bi hezaran kes li Meydana Tehrîr û nêzî Herema Kesk ên li Bexdayê xwepêşandanan lidar dixin. Polîs hewl didin hejmara çalakgeran kêm bike.
Li ser banga lîderê Şîa yê Iraqî Muqteda Es Sadr, bi hezaran kes li Meydana Tehrîr û nêzî Herema Kesk ên li Bexdayê xwepêşandanan lidar dixin. Polîs hewl didin hejmara çalakgeran kêm bike.
Li ser banga lîderê Şîa yê Iraqî Muqteda Es Sadr, bi hezaran kes li Meydana Tehrîr û nêzî Herema Kesk ên li Bexdayê xwepêşandanan lidar dixin. Polîs hewl didin hejmara çalakgeran kêm bike. Li Meydana Tahrîr ku navê xwe yê berê Sahat Beyrût bû, xwepêşandêran kon vedan û bi şev û roj dest biçalakiya nobedê kirin.
Li ber deriyên Herêma Kesk jî, ku avahiyên hikûmetê, nûnertiyên biyaniyan û saziyên krîtîk lê ne, xwepêşandanên girseyî tên lidarxistin. Ji ber ku hejmara mirovên beşdarî çalakiyan bûne ji bendewariyan zêdetir e, polîsên Bexdayê rêya bingehîn a ber bi Herêma Kesk ve li çûn û hatina sivîlan girtin.
Polîsê Iraqê daxuyaniyek da raya giştî û diyar kir, ku ew hem ji ewlekariya Herêma Kesk hem jî ji ewlekariya jiyanê ya Iraqiyan berpirsyar in. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Ji bo rewşeke neyînî neqewime, me rêya bingehîn a ber bi parlametnê û pêşiya Herêma Kesk girtin. Ji bo ewlekariya çalakgerên li Meydana Tahrîrê û ewlekariya herêmê, me ev biryar girtine."
Di serî de li Tahrrê, li gelek herêmên Bexdayê û li herêma Şarî Sadr, dengê sirûdan bilind dibe.