SF: Divê PKK ji lîsteya terorê were derxistin

Di kongreya Partiya Sosyalîst a Danîmarkayê de biryar hat dayîn, ku ji bo PKK ji lîsteya rêxistinên terorê ya Yekîtiya Ewropayê were derxistin di dema pêş de xebat bê meşandin.

Di kongreya Partiya Sosyalîst a Danîmarkayê de biryar hat dayîn, ku ji bo PKK ji lîsteya rêxistinên terorê ya Yekîtiya Ewropayê were derxistin di dema pêş de xebat bê meşandin.

Di daxuyaniya li malpera fermî ya Partiya Sosyalîst a Danîmarkayê (SF) de hat gotin, "Ji bo PKK ji nava lîsteya rêxistinên terorê ya Yekîtiya Ewropayê bê derxistin, SF wê bi roleke aktîf rabe." Hat destnîşankirin, ku SF tevî 100 endamên xwe yên li Parlamenta Ewropayê di vê mijarê de hem fikir e û hat gotin, divê lîsteya rêxistinên terorê ya Yekîtiya Ewropayê ji nû ve bê nirxandin û navê PKK'ê ji lîsteyê were derxistin.

Der barê mijarê de ji rêxistina SF a Frederîksbergê Vîllo Sîgurdsson û Pernîlle Frahm pêşnyarek kirin û ji bo vê pêşniyarê daxuyaniyeke nivîskî hat weşandin. Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser girîngiya Kurdan a li siyaseta Rojhilata Navîn û hat xwestin, şîdeta li Tirkiyeyê sor bûye ji aliyê her du aliyan ve derhal bê sekinandin.

Hat destnîşankirin, ku PKK gelek Kurdên li Tirkiyeyê temsîl dike, lewma çareseriyek bêyî PKK'ê nepêkan e. Di daxuyaniyê de têkoîna Kurdan a li Kobanê hat bibîrxistin û hat ragihandin, eger PKK weke 'terorîst' bê pênasekiri, wê ev yek li qada azadiya çapemenî raman û jiyanê rê li ber gelek pirsgirêkan veke. Di daxuyaniyê de her wiha hat bibîr xistin, ku welatê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi PKK'ê re yekser hevdîtin kiriye.

Pêşniyara hat kirin bi piraniya dengan hat qebûlkirin. Ji xwediyên pêşniyarê Pernîlle Frahm ji malpera nûçeyan a Kurd a li Danîmarkayê bi zimanê Danî weşanê dike Nûdem re axivî û got, "Beriya çend mehan me li Parlamenta Ewropayê belavokek ji îmzeya zêdeyî 100 endaman weşandin û pêşniyar kirin ku tevgera Kurd PKK ji nava lîsteya rêxistinên terorê ya Yekîtiya Ewropayê bê derxistin. Me ragihand, ku SF wê di kongreya xwe de destekê bide vê danezana mafdar û bi heman rengî wê bixebite."