Demîrtaş bersiva gefa 'destnedanê': Em bê alternatîf nînin!

Demîrtaş li civîna koma partiya xwe axivî û got, "Yek ji hevala/ê me jî wê bi xwe neçe îfadeyê nede. Her tişt wê ne li gorî dilê wan be. Em jî bê alternatîf nînin."

Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattîn Demîrtaş di civîna koma partiya xwe ya li parlamentê de mijarên di rojevê de ne, nirxand. Di civînê de nûner û serokên giştî yên KESK, DÎSK, TTB û TMMOB'ê û gelek mêvan amade bûn.

Demîrtaş bi pîrozkirina cejna Çarşema Sor a civaka Êzidî dest bi axaftina xwe kir.

Demîrtaş işaret bi 1'ê Gulanê Roja Karker û Kedkarên Cîhanê kir û got, "Eger di 1'ê Gulanê de Taksîmê qedexe nekin wê mîlyonek kes dakeve kolanan û hikûmetê rexne bike. Lewma ketine nava panîkê." Demîrtaş destnîşan kir, ku li cihê tevgera karkeran biqede, li wir demokrasî diqete û bang li her kesî kir ku di 1'ê Gulanê de li Taksîmê bin.

HEWLDANA TASFIYEYÊ

Demîrtaş bal kişand ser mijareke din a di rojevê de ye û bibîr xist, ku rakirina destnedana parlamenteriyê ku weke gefekê li hemberî wan tê bikaranîn, wê di hefteya pêş de were nirxandin.

Demîrtaş da xuyakirin, ku ew partiyeke xwe li pişt zirxê destnedanê veşartiye nîne û ev nirxandin kir:

"Bila parlamenter, ji bilî axaftinên xwe ti mafekî xwe yê destnedanê nebe. Yekane hêza di destê parlamenteran de ye, axaftina wê/î ye. Bila ji ber axaftinê lêpirsîn neyê vekiri, lê hemû sûcên li derveyî axaftinê nekevin ber destnedanê. Eger dizî hatibe kirin, ku ji bilî me hin kesan kirine, bila lêpirsîn were vekirin. Eger parlamenterekî li yekî xistibe, wê demê bila lêpirsîn bê vekirin. Em ji vê natirsin. Em dibêjin bila parlamenter li Dadgeha Bilind jî bên darizandin. Li welatekî mîna Tirkiyeyê ku dadgerî lê serbixwe nîne, em dibêjin bila ev yek neyê îstîsmarkirin. Pêşniyara HDP'ê ev e. Bila vê yekê îro bînin, koma me wê bi temamî jê re bêje erê. Pêşniyara AKP'ê tam fênekî ye. Bi dosyayên heyî ve, bêyî nîqaşek bê kirin wê temamî bê rakirin. Bi awayekî zelal wê li hemberî HDP'ê bê rakirin. Vê yekê jî daxwaz û hewezeke mezin bilêv dikin. Dixwazin HDP'ê derxînin pêşberî dadgeriyê û lînç bike.

Serokkomarê welêt bi awayekî vekirî derewan li civakê dike. Ji bilî derewa du rojnameyên derewîn tiştek li holê nîne. Me gotin 'îspat bikin', lê nikarîbûn îspat bikin. Hem ew şexsê li Qesrê hem jî stajerê wî derewan dikin. Em ne partiyeke ku xwe li pişt zirxê destnedanê vedişêrin û bi vî rengî siyasetê dikin. Yên ku têkildarî darizandina wezîran dengê 'na' dan, îro dixwazin me bavêjin pêşiya dadgeriyê û lînç bikin. Em vê mijarê zêde mezin nakin. Kî dixwaze bibe hevparê vî gunehî wê tiliya xwe bilind bike. Berdêla vê ya siyasî jî wê li yên tiliya xwe bilind kirine bê birîn. Pêwîste Kiliçdaroglû vê xefikê baş bibîne. CHP jî em jî xwedî pêşniyaran ne. AKP wê sibe nebêje min destnedan rakir, wê bêje CHP'ê rakir. Dizek û tecawizkar wê gelekî hêja û bi qîmet werin dîtin, lê em ê bên lînçkirin.

'EM Ê NEÇIN ÎFADEYÊ NEDIN'

Yek ji hevala/ê me jî wê bi xwe neçe îfadeyê nede. Ev kar wê ewçendî bi hêsanî nemeşe. Her tişt wê li gorî dilê wan nebe. Vê komê nîvê emrê xwe di girtîgehê de derbas kir, lê hûn mirovên welê ne ku dema di ber goristanê re derbas dibin ji tirsa difîkînin. Hûn ê bi israr bêjin 'na'. Li hemberî vê gavê, gaveke me jî heye ku em ê bavêjin. Hemû rê rêbaz û alternatîf li ser maseyê ne. Bila mirovên em şandine vê derê netirsin. Yên deng dane me, yên destek dane, her kes... Tiştekî jê bê tirsîn nîne, cihê panîkê jî nîne. Çi bînin serê me bila bikin, lê em ê ti carî ji rêya aştiyê, ji siyaseta demokratîk venegerin. Parlament a wan e, lê em bê alternatîf nînin."

'JI ZILM Û SEROKATIYÊ RE; NA'

Demîrtaş da zanîn, ku armanca wan ne têkoşîna li hemberî terorê ye û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Yê ku tundiyê zêde dike AKP û MHP ye. Kesekî ji ber me derketine serê çiyê nîne. Yê ku PKK’ê mezin kiriye û xurt kiriye hûn bi xwe ne. Nûçeyên der barê komkujiya 10'ê Cotmehê de derketin holê. Raporên îstixbaratê derketin. Min got bûyerên 10'ê Cotmehê bi agahiya dewletê pêk hatine gotin 'Tu xayinê welat e'. Gelo dozgerê ku vê lêpirsînê veke heye? Em naçin li komîsyona hiqûqê ya AKP’ê nayên darizandin. Dibêjin pêçiya ku edalet jêke na êşe. Lê edalet tine. Ev dengdayîna ji bo destnedayînê di esasê xwe de erêkirina Serok Dewletiyê ye. Em îro jî dîsa dibêjin ji Serok Dewletiyê re jî û ji vê zilmê re jî NA."