Doza firotina jinên Êzidî ji aliyê AKP'ê ve tê nixumandin

Têkildarî 6 Sûriyeyiyên tê gotin di berdêla pereyan de jinên Êzidî firotine, li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Dîlokê bi sûcdariya "Li dijî qanûna têkildarî astengkirina fînansmana terorîzmê derketine" û "endametiya DAIŞ'ê" doz hat vekirin.

Qenalên televîzyonê yên Elman NDR û SWR, di meha Mijdarê de nûçeyek bi dîmen weşandibûn ku tê de dihat nîşandan; çeteyên DAIŞ'ê jinên Êzidî yên esîr girtine li Dîlokê bi pereyan difirotin.

Li ser vê yekê, Baroya Dîlokê li Serdozgeriya Komarê gilî kir. Di çarçoveya lêpirsîna ji aliyê dozgeriyê hat destpêkirin de, Midûriyeta Emniyetê ya Dîlokê ket nava tevgerê û avêt ser navenda kar a di dîmen de xuya dikir ku bazirganî lê hatiye kirin.

Di dema serdegirtinê de 370 hezar dolar, gelek pasaportên biyanî, meqbûza bi Erebî ya ji 1768 rûpelan a li ser transfera bi mîlyonan pere yên navbera Tirkiye-Sûriyeyê hat dîtin.

Têkildarî 6 Sûriyeyiyên hat îdîakirin ku jinên Êzidî firotin e, li 2. Dadgeha Cezayê Giran a Dîlokê bi sûcdariya "Li dijî qanûna têkildarî astengkirina fînansmana terorîzmê derketine" û "endametiya DAIŞ'ê" doz hat vekirin.

Rûniştina destpêkê ya dozê di 31'ê Kanûna 2015'an de pêk hat. Bersûcan bi rêya tercûmanan îfade dan û îdîa kirin ku ji ber sîstema bankayê ya li Sûriyeyê têk çûye, ji bo transfera pereyan di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de wan navbeynkarî kirine.

Ji bersûcan Omar D. di îfadeya xwe de got, "Eleqeya min bi rêxistina terorê DAIŞ'ê re nîne. Şîrketa ez lê dixebitim, şîrketeke ku ji ber tevlîheviya li Sûriyeyê navbeynkariyê ji mûxatabên pereyan ên li Sûriye û Tirkiyeyê re dike. Di berdêla vî karî de em komîsyoneke kêm werdigirin. Ji ti rêxistineke terorê re pere nayê şandin." 5 bersûcên din jî îfadeya bi heman rengî dan.

'KÊMANIYA DELÎLAN'

Ev doz di rûştina 15'ê Çileya 2016'an de bi dawî bû. Di dawiyê de jî bersûcan beraat kirin.

Di biryara beraatê ya dadgehê de jî hat îdîakirin, ku ji bo cezakirina bersûcan delîlekî têrker û pê bawer nîne.

KODÊN FIROTINÊ

Di dîmenan de dihat dîtin, ku rêxistina terorê DAIŞ, jin û zarokên Êzidî yên bi pereyan difiroşin, kodên 'koleya 1.', 'koleya 2.' li wan dikin.

Piştî lêkirina vê kodê, wêneyê jinê tê nîşandan. Eger wêneyê jinê bi zarokên xwe re hebe, ew wêne jî li malperê tê bicihkirin bicihkirin.

Piştre li binê wêneyan, buhayê ji bo jinan tê xwestin, tê nivîsandin

Yên dixwazin jinên Êzidî bikirin jî, piştî ku bi DAIŞ'ê re li hev dikin, ji bo dayîna pereyan cihekî diyar dikin.

Li gorî îdîayê, pereyê ku DAIŞ ji van kesan dixwaze, radestî vê buroya li Dîlokê tê kirin. Piştî ku pere tê dayîn, jinên Êzidî yên esîr hatine girtin, li Iraqê li cihê lê ne serbest tên berdan.

Endamê Komîsyona Mafên Mirovan a Baroy Dîlokê Mehmet Yalçinkaya da xuyakiri, ku tevî xwestine jî ew tevlî rûniştina dozê nekirine û biryara beraatê jî tesadûfî bihîstine.

Serokê Baroya Dîlokê Bektaş Şarkli jî diyar kir, ku ew ê dozê bişopînin û pêvajoya temyîzê bidin destpêkirin.