Bekir: Ji ber ku her kom a xwe ferz dike, parlament nikare bicive
Parlamenterê Tevgera Goran ê Parlamenta Iraqê Emîn Bekir diyar kir, ji ber ku her kom daxwazên xwe ferz dike parlament nikare bicive.
Parlamenterê Tevgera Goran ê Parlamenta Iraqê Emîn Bekir diyar kir, ji ber ku her kom daxwazên xwe ferz dike parlament nikare bicive.
Rûniştina duh a parlamenta Iraqê, ku ji ber lihevnekirina aliyan û çalakiya rûniştinê ya komek ji parlamenteran pêk nehat, taloqî îro hat kirin. Lê belê ji ber ku hînê pirsgirêk hal nebûne, nediyar bê wê civîn îro pêk were yan na.
Parlamenterê Tevgera Goran ê Parlamenta Iraqê Emîn Bekir ji ANF'ê re peyivî û destnîşan kir, ku ji ber her kom daxwazên xwe ferz dike, parlament nikare bicive.
Bekir got, "Ji xwe hin komên li parlamentê bi rengekî li dijî qanûnan, di navbera xwe de civînan lidar dixin. Serokkomar Fûad Mahsûm jî ji bo kombûna parlamentê bang kir. Lê belê, ji ber ku komek ji parlamenteran çalakiya rûniştinê pêk tînin, hejmara têra kombûnê bike safî nabe, lewma civîn nikare pêk were."
ŞÎA DIXWAZIN SEROKWEZÎR, SEROKKOMAR Û SEROKÊ PARLAMENTÊ JI WEZÎFEYÊ BIGIRIN
Bekir da zanîn, ku serkêşiya çalakiya li parlamentê ji aliyê komên Şîa ve tê kirin û ev derdor dixwaze serokwezîr, serokkomar û serokê parlamentê ji wezîfeyê bên girtin. Bekir da xuyakirin, ku tevî hin parlamenterên Sûnî, du parlamenterên Kurd jî tevlî çalakiya rûniştinê bûne.