Wezîrê Avahiyan ê Swêdê Mehmet Kaplan îstîfa kir

Wezîrê Bajarsazî Mehmet Kaplan ê ji ber têkîliyên wî yên bi qatilê Sedam û lobîkarê AKP’ê Barbaros Leylanî û Serokê Ocaxên faşîstan re derket û ji ber vê îstîfa wî dihate xwestin, da xuyakirin ku îstafa kiriye.

Wezîrê Bajarsazî Mehmet Kaplan ê ji ber têkîliyên wî yên bi qatilê Sedam û lobîkarê AKP’ê Barbaros Leylanî û Serokê Ocaxên faşîstan re derket û ji ber vê îstîfa wî dihate xwestin, da xuyakirin ku îstafa kiriye.

Kaplan di civîna çapemeniyê ya ku Serokwezîrê Swêdê Stefan Lovfen jî tevlî bû de îdîa kir ku di tevahî jiyana xwe de li dijî nîjadperestiyê, antî-semîtîzmê têkoşiyaye, navber xistiye mabeyna nîjadeperestiya zêde û olperestiyê û her wiha ji bo mafên mirovan, demokrasî û diyalogê xebitiye.

Kaplan got ku nirxên Keskan a Partiya Havîrdorê dawerivandiye û wê di nav partiyê de xebatên xwe bimeşîne, diyar kir ku îstîfa wî nayê wateya ku tewanbariyê li ser xwe qebûl nake.

Lovfen jî piştî da xuyakirin ku Kaplan êdî hatiye asta ku nikare wezîfeyê xwe dewam bike, got Kaplan weke yekî ku nirxên mirovî û demokratîk diparêze û her wiha dikare Swêdê bê nîqaş temsîl bike pênase kir.

Her çiqasî Lovfen ev hevok bi kar anîbin jî ji têkîliyên Kaplan ên bi derdorên paşverû û nîjadperest bi fikar bû. Piştî têkîliyên Kaplan bi Leylanî, Şenturk û rêveberên Mîllî Goruşê re derket holê, ji bilî Sosyal Demokratan, partiya Kaplan Keskan jî nerazîbûnên xwe diyar kiribûn û beşek ji hevalên Kaplan jî xwestibûn ku ew îstîfa bike.

Piştî Barbaros Leylanî, bi îstîfaya Kaplan ê têkîliyên xwe yên germ bi hikûmeta AKP’ê re heyî, nirxandin tên kirin ku lobiyên Tirk li Swêdê derbeyek pir mezin xwariye.