Maliyeta şerê Qesrê yê heta niha: 62 mîlyar TL
Aborînas-nivîskar Mûstafa Sonmez diyar kir, eger şer bidome wê budçeya ji ewlekarî û parastinê re hatiye veqetandin, qat bi qat zêde bibe.
Aborînas-nivîskar Mûstafa Sonmez diyar kir, eger şer bidome wê budçeya ji ewlekarî û parastinê re hatiye veqetandin, qat bi qat zêde bibe.
Israra hikûmeta AKP'ê ya di şer de, bû sedem ku budçeya malî di nava sê mehên destpêkê yên îsal de bi 7 qatan zêde bibe û bigihêje 168 mîlyon TL'yî. Budçeya parastin û ewlekariyê jî 11 mîlyar TL zêde bû û gihaşt 62 mîlyar TL'yî.
Tê payîn, ev zêdebûn heta dawiya salê qat bi qat mezintir bibe. Aborînas Mûstafa Sonmez destnîşan kir, ku ya faşîzma AKP'ê tengav bike, ne aborî ye; siyaset û zexta derve ye.
Wezaretiya Maliyeyê Lêçûnên Budçeya Giştî ya Meha Adarê eşkere kir. Kirîna Malzeme û Xizmetên ji bo Ewlekarî û Parastinê, ku di meha Çileyê de 25 mîlyon bû, di meha Adarê de bi 7 qatan zêde bû û gihîşt 168 mîlyon TL'yî.
Hikûmeta AKP'ê di mehan Adarê de ji bo bikaranîna çek, amûr, kelûmel û cebilxaneya şer 33 mîlyon 879 hezar TL, ji bo kirîna cebilaneyê 14 mîlyon 718 hezar TL, ji bo lêçûnên xizmeta ewlekarî û parastinê 41 mîlyon 778 hezar TL, ji bo kirîna makîne-cebilxaneyê jî 34 mîlyon 219 hezar TL xerc kir.
Desthilatdariya AKP'ê ku di nava sê mehên destpêkê yên sala 2016'an de ji bo şer 297 mîlyon 746 mîlyon xerc kir, di meha Sibatê de 2 mîlyon 472 hezar TL bi kar anî. Ji bo Lêçûnên Tevgera Parastin û Destekkirina Aştiyê jî vê mehê tiştek xerc nekir.
Budçeya ewlekarî û parastinê 11 mîlyar TL zêde bû û bi 62 mîlyar TL re di nava budçeya giştî de gihîşt asta ji sedî 11'an. Ji budçeya sala 2002'an ji bo xizmetên cemaweriyê ji sedî 42,3 hatibû feqetandin. Ev par piştî di dema desthilatdariya AKP'ê de, di budçeya sala 2016'an de daket ji sedî 25'an.
Aborînas-nivîskar Mûstafa Sonmez der barê mijarê de ji ANF'ê re axivî û diyar kir, eger şer bidome wê budçeya ji ewlekarî û parastinê re hatiye veqetandin, qat bi qat zêde bibe. Sonmez da xuyakirin, ku di dema tengavbûna aboriyê de, rewşa bêîstiqrar a krîza cîhanê bêhn li budçeyê vedaye û bi vî rengî aborî rehet kiriye.
Sonmez destnîşan kir, ku ya girîng di vir de karsazên biyanî ne û got, "Piştî ku di mehên Sibat û Adarê de hatine çavkaniyên biyanî ji nû ve zêde bû, dolar erzan bû û ji hin aliyan ve bêhn hat ber rewşê. Lê belê di meha Nîsanê de ev çavkaniyên biyanî careke din derketin û vegirtin. Eger ev dewam bike wê buhayê dolar careke din berê xwe bide 3 TL'yî. Ev yek jî wê di nava aboriyê de careke din rê li ber aciziyên nû veke. Lê belê dîsa jî ya ku faşîzma AKP'ê tengav bike aborî nîne; siyaet û zexta derve ye.
Qesra qaçax dişibe otomobîleke neçar di rêya dijber de bimeşe. Li ser pişta wê îdîayên girîng ên gunehan hene. Lewma nikare bisekine. Neçar e pîvanan, bêhiqûqiyê her binpê bike. Eger bisekine wê bikeve. Ji ber vê yekê bi rengekî bêhêvî xwe li sîstema serokatiyê girtiye."
Sonmez diyar kir, di hilbijartinên Hezîrana 2015'an de piştî ku derfeta desthilatdariya bi tena serê xwe ji dest çû, hikûmeta AKP'ê yekser berê xwe da şer û anî ziman, desthilatdariyê bi bikaranîna DAIŞ'ê re komkujî pêk anî. Sonmez wiha dewam kir: "Piştre hem li rojava hem jî li başûrrojhilat li dijî tevgera Kurd dest bi şerekî rêk û pêk kir. Bi vê yekê re xwest tirsê serdest bike û tercîha hin hilbijêrên kurd heta meha Mijdarê biguherîne. Ji aliyekî ve bi ser jî ket, hem dengê hin hilbijêrên Kurd hem jî yên neteweperestin rast û çep ên çavtirsandina Kurdan bi xweşiya wan de çû, da hev. Bi vî awayî ji nû ve bû desthilatdar. Piştre dît ku ev taktîk bi kêrî wê tê û ji Mijdarê û vir e şer û komkujiyên bi rêk û pêk pêk anî. Niha jî dixwaze aliyê parlamenteriyê yê tevgera siyasî ya Kurd têk bibe, mûxalefetê bi têra xwe qels bike û bi hilbijartineke di bin bandora zextê de piraniya meclîsê bi dest bixe û bi vî rengî xwe bigihîne armanca xwe ya serokatiyê.
DYA ku mengeneya Zarrab xist destê xwe, di rojên pêş de wê diyar bibe ku vê mengeneyê çawa û li dijî kê bi kar bîne. Rapora Parlamenta Ewropayê bi rexneyên giran ên li hemberî faşîzma AK'ê tijî ye. Zexta derve ya li ser qesra qaçax ku meseleya penaberan li hemberî Yekîtiya Ewropayê bi taybetî Elmanyayê weke şantajê bi kar tîne, dibe ku zêdetir bibe. Mijara çareseriya meseleya Kurd, bi taybetî wê di meseleya Kurd de rejîmê xweş tengav bike."