PHKÊ Çarşema Sor pîroz kir

Platforma Hunermendên Kurdên Êzidî (PHKÊ) bi daxuyaniyek nivîskî Cejna Çarşema Sor pîroz kir.

Platforma Hunermendên Kurdên Êzidî (PHKÊ) bi daxuyaniyek nivîskî Cejna Çarşema Sor pîroz kir û got: “Cejna Çarşema Sor  li hemû Êzidiyan û gele Kurdistanê pîroz be.”

PHKÊ di dawiya daxuyaniyê de ev diyar kirin: “Bi helkeftina Cejna Sersalê û hemû Tewafên Êzidiyan ên di dema Biharê de, em hemû Êzidiyan silav dikin û cejnên wan pîroz dikin. Hêvî dikin ku em û cîhan her sal karibin di nav xêr,xweşî,aramî û serbestî de pîroz bikin.”