Nûçeya Lezgîn: Rêber Apo ji bo Altûn û Kaytan peyam şand

HDP wê li ser biryara AKP'ê ya tasfiyekirinê bicive

HDP, helwesta xwe ya li hemberî plana tasfiyeyê ya ji aliyê AKP'ê ve bi rêya ' rakirina destnedanê' tê meşandin, diyar dike. HDP'ê wê li ser vê mijarê bicive.

HDP, helwesta xwe ya li hemberî plana tasfiyeyê ya ji aliyê AKP'ê ve bi rêya ' rakirina destnedanê' tê meşandin, diyar dike. Bi serokatiya Hevserokên Giştî Selahattîn Demîrtaş û Fîgen Yuksekdag, berî çend rojan civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê hat lidarxistin û rojeva bingehîn a vê civînê, ev mijar bû. Nîqaşên li ser mijarê, di nava desteyên partiyê de dewam dikin.

WÊ SIBE CIVÎNA GIRTÎ BÊ LIDARXISTIN

Beriya civîna koma partiyê ya heftane, wê sibe bi tevlîbûna endamên Desteya Rêveberiya Navendî û parlamenteran, civîneke girtî bê lidarxistin û ev mijar careke din bê rojevê. Mîna civîna Desteya Rêveberiya Navendî, rojeva bingehîn a vê civîna girtî ya komê jî wê 'rakirina destnedana parlamenteriyê' be. Di civînê de wê ev rewş bê nirxandin û helwesta partiyê bê zelalkirin.

Eger pêşniyara AKP'ê ya ji bo destûra bingehîn bê qebûlkirin, wê ev yek bandorê li 45 parlamenterên HDP'yî bike. Li hemberî HDP'yiyan 333 dosyanên li ser destnedanê hene.