Li gelek navendan kongreyên NCDK hatin lidarxistin

Li gelek bajarên Elmanya, Fransa û Swîsreyê kongreyên Meclîsên Gel û Navendên Civakên Demokratîk ên Kurd (NCDK) hatin lidarxistin. Di kongreyan de hevserok û endamên komîsyonan hatin hilbijartin.

Li gelek bajarên Elmanya, Fransa û Swîsreyê kongreyên Meclîsên Gel û Navendên Civakên Demokratîk ên Kurd (NCDK) hatin lidarxistin. Di kongreyan de hevserok û endamên komîsyonan hatin hilbijartin.

HAMBÛRG

Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li Hambûrgê kongreya xwe ya sêyemîn pêk anî û meclîseke gel a ji Altona, Sternschanze û Pînnebergê pêk tê, ava kir. Li hambûrgê, ku heta niha bi meclîseke gel kar dihat meşandin, biryar hat dayîn bi du meclîsan ve rêxistinbûyîn bê kirin.

Di kongreya roja Yekşemê de bi sedan kes amade bûn û piştî deqeyeke rêzgirtinê Hevserokê KCD-E Mûrat Ceylan axivî. Ceylan da xuyakirin, ku projeya rêya sêyemîn a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daniye holê, hesabên hêzên emperyalîst serûbin kiriye û ji bo çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn bal kişand ser girîngiya pêşengiya jinê. Ceylan da zanîn, konfderalîzma demokratîk sîstemeke hevgirtinê ye û destnîşan kir, ku divê berxwedana xwerêveberiyê baş were naskirin û nîqaş li ser pêşvebirina vê berxwedanê were kirin.

Li dû xwendin û nîqaşkirina raporên xebatê û maliyeyê hilbijartin hat kirin û Hediye Konakpinar û Gundî Amara ji bo hevserokên meclîsa gel hatin hilbijartin.

Meclîsa duyemîn a li Hambûrgê, ku taxên Harbûrg, Wîlhelmsbûrg, Lunebûrg, Stade û Bergedorf di nav de cih digire, wê di 24'ê Nîsanê de li Wîlhelmsbûrgê kongreya xwe pêk bîne.

MANNHEÎM

NCDK a li bajarê Elmanya Mannheîmê kongreya xwe ya asayî li komeleya Lûdwîgshafenê lidar xist. Li dû deqeya rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê peyamên AGÎF, ADHK, AABF, YNK, Tevgear Goran, Xidir Zûhak û Mistefa Niştiman hatin xwendin. Di kongreyê de nûnerên YKJ, KOMAW û Komalên Ciwan jî li kongreyê amade bûn. Di kongreyê de 9 komîsyon û meclîsa ji 51 kesan hat hilbijartin. Ji bo hevserokatiya navendê jî Cano Yildiz û Gulu Kisacik hatin hilbijartin. Kongre diyarî Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç û Hevseroka Meclîsa Gel a Silopiyayê Pakîze Nayir ên di berxwedana xwerêveberiyê de jiyana xwe ji dest dan, hat kirin.

BONN

Li bajarê Elmanya Troîsdorfê jî Navenda Civaka Demokratîk a Kurd kongreya xwe ya 4. pêk anî. Piştî deqeyeke rêzgirtinê û hilbijaritna dîwanê, rapora li ser karê salekê hat xwendin û nirxandin rêveberiya meclîsê hat hilbijartin. Ji bo Hevserokatiyê Salman Kedîk û Fatma Kiliç hatin hilbijartin.

BERN

NCDK a bajarê Swîsre Bernê, kongreya xwe ya meclîsê lidar xist. Di kongreya li Komeleya Çanda Kurd a Bernê hat lidarxistin de bi dehan Kurdistanî amade bû. Xidir Dêrsim li dû deqeyeke rêzgirtinê û hilbijartina dîwanê mafê axaftinê wergirt û rewşa siyasî nirxand. Paşê raporên kar hatin xwendin û nirxandin. Di encama hilbijartinê de jî mesûd Hasgul û Sevgî Tozlûkaya weke hevserok ji NCDK a Bernê re hatin hilbijartin.

MARÎGNAN

Li bajarê Marîgnan a ser bi bajarê Fransa Marsîlyayê Meclîsa Gel kongreya xwe pêk anî. Di şexsê Mehmet Tûnç û Pakîze Nayir de kongre bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê destpê kir. Felat Marînos di axaftina xwe ya li vir de da xuyakirin, ku şer û têkoşîna heyî di dîroka têkoşînê de serdemeke nû ye. Piştî axaftinan rapora xebatê hat xwendin û nirxandin. Dûre Meclîsa ji 50 kesî hat hilbijartin û Emîne Çîftçî û Yakûp Yalçiknaya ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin.

PARÎS

NCDK a Parîsê kongreya xwe ya sêyemîn lidar xist. Kongre li Lokala navenda Civaka Demokratîk bi beşdariya bi sedan Kurdistanî û dostên wan hat lidarxistin. Li dû deqeyeke rêzgirtinê nûnera Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê axivî û polîtîkayên komkujiyê yên li Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve tên meşandin, nirxand.

Li dû axaftinan, nîqaş li ser kar û barên meclîsê hat kirin û piştî xwendina rapora kar a dema bihurî, meclîsa ji 56 kesan hat hilbijartin. Ji bo hevserokatiyê jî Heyber Akdogan û Ozcan Bahşî hatin hilbijartin.

PARİS / VILLIER LE BEL

NCDK a Vîllîer le Bel a Parîsê kongreya xwe pêk anî. Li salona kongreyê tevî posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên PKK, TJK-E, pankarta bi nivîsa "Me çok netewand, bi me serbilind bin" a ji wêneyên Mehmet Tûnç û Pakîze Nayir hat daliqandin.

Piştî deqeya rêzgirtinê û hilbijartina dîwanê siyasetmedarê Kurd Yaşar Arîf rewşa dawî ya siyasî nirxand û destnîşan kir, ku gelê Kurd di pêvajoyeke dîrokî de ye. Arîf da xuyakirin ku li hemberî plana AKP'ê ya têkbirinê, ji bilî têkbirina AKP bi xwe ti rê li pêşiya Tevgear Azaiyê nemaye. Di kongreyê de piştî xwendin û nirxandina rapora karê salekê, Mehmet Sûbaşi û Saniye Ayik ji bo hevserokatiyê hatin hilbijartin. Her wiha meclîsa ji 61 kesan bi hilbijartinê hat destnîşankirin. Kongre bi qîrîna dirûşma "Bijî Serok Apo" bi dawî bû.

...