NAV-DEM’ê Cejna Çarşema Sor pîroz kir
NAV-DEM’ê Cejna Çarşema Sor pîroz kir û got: "Îro em her mîrov û taybet her Kurdî li ser nêzîkbûn û xwedîderketina Şengalê di ber çavan re derbas dikin.”
NAV-DEM’ê Cejna Çarşema Sor pîroz kir û got: "Îro em her mîrov û taybet her Kurdî li ser nêzîkbûn û xwedîderketina Şengalê di ber çavan re derbas dikin.”
Navenda Civaka Demokratîk ya Kurd (NAV-DEM) ên li Almanyayê bi daxuyaniyek nivîskî Cejna Çarşema Sor pîroz kir. Di daxuyaniya NAV-DEM’ê de wiha hate gotin:
“Em bi navê Navenda Civaka Demokratîk ya Kurdên li Almanyayê NAV-DEM, Cejna Çarşema Sor, bi navê din ‘Çarşema serê Nîsanê’ roja azadî, afirîna cîhanê, peydabûna xêr û bereketa axê, destpêka aştî û aramiyê, di serî de civaka Êzîdî û li tevahî gelê Kurd pîroz dikin.”
NAV-DEM’ê di berdewama daxuyaniya xwe de diyar kir ku Çarşema Sor, ji bo tevahiya gelê Kurd çand, ziman û dîrok bi xwe ye û wiha pê de çû: “Ev cejin, nirxekî gelê Kurd e. Parastin û pîrozkirin ji mafê her Kurdî ye. Em hêvî dikin ku pîrozbahiyen Çarşema Sor weke wateya xwe, destpêka salêke nû û bibe wesîla gavekî mezin a ji bo gihiştina nasnameya gel û ola Êzîdiyatiyê.”
NAV-DEM’ê bi bîr xist ku li ser axa Kurdistanê bûyerên girîng diqewimin û wiha dom kir: “Di van rojên ku em cejna Çarşema Sor pêşwazî dikin, gelek bûyerên girîng li welatê me diqewimin. Hê aştî û azadî li ser axa welatê me peyda nebûye – li belê gelekî nêzîk e. Qirkirinen siyasî, çandî, exlaqî, civakî, zor û zextên dewletê û zaliman berdewam in. Hêzên şerxwaz hê jî xwîna Kurdan dirijînen.
Gelê Kurd ji pêvajoyêkî awarte re derbas dibe û berxwedana gel ya dijî dagirkerî û hikûmdariya berdewam dike. Ji serhildanên gelê Kurd ê bêitiatiya sivil xuya ye ku sala 2016’an ji bo gelê Kurd wê bibe sala diyarbûna çareseriya pirsa Kurd. Ev sal, sala diyarbûna man û nemanê ye. Kurdên Êzîdî ji weke beşekî gelê Kurd, divê bi hişyarî tevbigerin. Ji ber vê yekê banga me; îro ji her demê bêhtir pêdiviya me ji sazîbûn, rêxistinbûn û yekîtiyê heye. Li dijî hêzên şerxwaz em tenê dikarin bi hêza rêxistinbûn û yekîtiyê nirxên xwe yên olî, civakî û dîrokî xwe biparêzin û di rêza mirovayiya pêşketî de cih bigirin.”
Navenda Civaka Demokratîk ya Kurdên li Almanyayê di berdewama daxuyaniyê de bal kişand ser girîngiya yekgirtina di nav Kurdan û got: “Em zanin ku Kurdên Êzîdî, li hember listîkan û parçekirina Kurdan her dem wê hişyar bin û nehêlin yekîtiya gelê Kurd were binpêkirin. Em bi vê cejna hêja, banga xwe ji bo hemî Êzîdîyên dilsoz dikin û banga yekîtî, hevgirtinê ji bo pêşketin û serkeftinê girîng û pewîst dibînin.
Ji bo em bibin bersîva van êrîşên hovana yên li Şengalê, Bakur û Rojava, divê bi îradeyek xurt li gor ruhê cangoriyên 73 fermanan û cangoriyên şoreşa Kurdistanê, bi berxwedaneke taybet em xwe bidin naskirin û li wan xwedî derkevin. Em rewşa civaka Êzîdî û buyerên li welatê me diqewimin baş dizanin! Beriya her tiştî xwe bi rêxistin kirin û yekîtî ji bo me girîng e.”
NAV-DEM’ê daxuyaniya xwe wiha bi dawî kir: “Daxwaziya me ya ji Cejna Çarşema Sor a 2016’an jî ew e ku li welatê me bibe bingeha aştiyeke civakî, azadî û kêfxweşiyê. Em zanin ku gelê me jî cejna xwe li ser vî esasî pîroz dike.
Bi vê minasebetê em cejna Çarema Sor li tevayiya Êzdiyan, gelê xwe û hemû Kurdistaniyan pîroz dikin û bangawaziyê li tevahiya gelê xwe dikin ku bi ruhê berxwedana Şengalê, Bakur û Rojava tev bi deng û rengên xwe tevlî pirozbahiyan bibin. Îro em her mîrov û taybet her Kurdî li ser nêzîkbûn û xwedîderketina Şengalê di ber çavan re derbas dikin.”