HDK: Li dijî faşîzm û koledarê em di 1'ê Gulanê de li qadan e

HDK'ê ji bo 1'ê Gulanê got, "Li dijî hêzên dixwazin sîstema talankariyê ya kapîtalîzmê û dîktatoriyê ava bikin, em dikarin mercên însanî yê kar, jiyana însanî û aştiyê bi berxwedanê qezenc bikin. Di 1'ê Gulanê de em li qadan e."

HDK'ê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Di van rojên ku berxwedana gelan a li dijî şerê desthilatdariya AKP/Qesrê mezin dibe de, em 1'ê Gulanê pêşwazî dikin."

Daxuyaniyê wiha dewam kir: "Hêzên ked, aştî û demokrasiyê di nava dorpêçiyeke mezin de ye. Karker û kedkarên li dijî şer û mêtîngeriyê derdikevin, hewl tê dayîn bi binçavkirin, girtin û şîdetê werin çavtirsandin. Mafên sendîkayî û azadî tên xespkirin. Grev tên qedexekirin, li kedkarên cemaweriyê belasebep lêpirsîn tên vekirin, tên sirgûnkirin û girtin. Karkerên jin bi qanûnan bêkar tên hiştin."

HDK'ê da xuyakirin, ku bi mehan e erdnîgariya Kurd tê şewitandin, derketina derve lê qedexe ye, bedenên mirî tên teşhîrkirin û birîndar li jêrzemînan tên qetilkirin.

'AŞTÎ Û NAN HEMAN TIŞT IN'

Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, ku bi tenê di nava meha Adarê de 157 caran cînayetên kar rû dan û hat gotin, "Aştî û nan îro heman tişt in. Demokrasî û temînat jî... Têkoşîna li dijî faşîzmê û dijderketina li qanûnên koledariyê jî tên heman wateyê... Li dijî hêzên dixwazin sîstema talankariyê ya kapîtalîzmê û dîktatoriyê ava bikin, em dikarin mercên însanî yê kar, jiyana însanî û aştiyê bi berxwedanê qezenc bikin!"

HDK'ê destnîşan kir, ku li hemberî zext, zordarî, şer, komkujî, talankirina kedê, ji bo azadî aştî û biratiya gelan, ji bo xurtkirina berxwedan û piştevaniyê ew ê di 1'ê Gulanê de li qadan bin û got, "Em bi hev re ne! Em ê ji sedî sed bi ser kevin."

'EM BERXWEDANÊ MEZIN BIKIN'

Di dawiya daxuyaniya HDK'ê de hat gotin, "Em bang li Kurd, Tirk, Çerkes, Ermenî, Elewî, Sûnî, jin, mêr, LGBTÎ, hemû karker û karkeran dikin ku bi hev re tevbigerin û di 1'ê Gulanê de piştervanî û berxwedanê mezin bikin."