PHKÊ kongreya xwe li dar xist
Platforma Hunermendên Kurdên Êzidî 3. Kongreya xwe ya Asayî li bajarê Bîelfeldê li dar xist û encamname bi raya giştî re parve kir.
Platforma Hunermendên Kurdên Êzidî 3. Kongreya xwe ya Asayî li bajarê Bîelfeldê li dar xist û encamname bi raya giştî re parve kir.
Platforma Hunermendên Kurdên Êzidî (PHKÊ) 3. Kongreya xwe ya Asayî li bajarê Bîelfeld ê Elmanyayê bi şîara, “Têkoşîna xweseriya cewherî, xweparastina çand û hunera me ye” li dar xist û encamname bi raya giştî re parve kir.
Axaftina vekirina 3. Kongreya Asayî ya PHKÊ ji aliyê Hunermend Xemdar ve hate kirin. Xemdar bal kişand ser rewşa Kurdistanê ya dawî û diyar kir ku Tevgera Azadiya Kurdistanê bi berxwedana Şengal û Kobanê cîhan matmayî hiştiye. Di dewama axaftina xwe de Hunermend Xemdar bi vê rewşê vê girêdayî ev pirs kir: “Gelo em wek hunermend çima em nikarin di vê berxwedana bi heybet de erkên xwe yên hunerî pêk bînin?”
Xemdar bi bîr xist ku her kes bi çanda xwe ve li pêş e, lê li hember êrîşên qirkirina çandê berxwedana gelê Kurd îro li pêşiya her tiştî ye.
Piştre nûnerê TEV-ÇAND’ê rewşa siyasî nirxand. Nunerê TEV-ÇAND’ê di nav axaftinên xwe de diyar kir ku êdî di Rojhilata Navîn de yên herî bi hêz Kurd in.
Nunerê FKÊ Beşîr jî rewşa civaka Êzidî bi giştî nirxand û da xuyakirin ku îro potansiyeleke mezin di kongreyê de amadeye, got: “Divê ev hez xwe baş bi rêxistin bike û ji civaka me ya li dîasporayê re bibe bersiv.”
Rapora kar û xebatên 2 salan hate xwendin û li ser raporê nîqaş hatin kirin.
Kongre bi beşdarbûna delegeyên ji her çar aliyên welêt ve pêk hat. Di hilbijartina kongreyê de 17 kes wek rêveberî, 5 ji wan jî wek koordînasyon hatin hilbijartin.
Plansaziya 2 salan wiha hate diyarkirin:
“1-Ji bo xurtkirina platformê lidarxistina şevekê
2-Amadekariyên cd’yeke nû
3-Çêkirina Klîpekî Nû
4-Zêdekirine endaman
5- Sazkirina malperek PHKÊ ya bi vîdeo
7-Li herêmên ku pêwistî heye avakirina şaxan
8-Perwerdekirina hemû rêveberiyan
9-Di Çira TV de konserên zindî yên bi gel re bêne çêkirin
10-Hefteya çandê bi TEV-ÇAND û Federasyonê re bê pîrozkirin
11-Konseptek çandî bê amedekirin, wek platform hem ji wezareta çandê an jî li herêman ji şarederiyan alîkarî bêne girtin.
12-Eger PHKÊ bi fermî bê qabûlkirin, ji hunermandan re nasname bêne çêkirin
13- Bi armanca moralê kom biçe Şengalê
14- Komîsyonên beşên hemû hunerê wek şano,pêkeltiraş, wêne,folklor û hwd. bêne xurtkirin
15-Ji bo cangoriyan klipek bê çêkirin û wêneyên hemû cangoriyan bên diyarkirin
16-Komisyonek ji jinên Ezda bêne avakirin
17-Koroya Ezda bê xurtkirin
18-Seminerên ji bo hunerê bêne dayin.
19- Ji bo rêveberiyê û hemû endaman perwerdeya 2 rojan bê amadekirin”