Davûtoglû li Strasboûrgê bi protestoyan hate pêşwazîkirin
Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû yê ji bo li MPKE baxive hate bajarê Strasboûrg ê Fransayê ji aliyê bi sedan kesî bi dirûşmeyên “Terorîst Tirkiye” hate pêşwazîkirin.

Serokwezîrê Tirk Ahmet Davûtoglû yê ji bo di rûniştina biharê ya Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê (MPKE) de baxive hate Strasboûrgê, ji aliyê Kurdistanî, Tirkiyeyê û Fransiyan ve bi girseyî hate protestokirin.
Di çalakiya protestoyê ya li qada çalakiya Nobeda Ji Ocalan Re Azadî hate lidarxistin de di serî de Kurdistanî, Elewî, Tirkiyeyî û Fransiyan cihê xwe girtin.
Çalakiya bi tevlîbûna nêzî 500 kesî pêk hat, ji aliyê Komaleya Civaka Kurd a Demokratîk a Strasboûrgê, AGÎF, DÎDF, AKM Strasboûrg, AKM-K û AABF’ê bi şîara “Ji Teroyan heta Sûrê bijî Berxwedan” hate lidarxistin.
Di çalakiyê de dirûşmeyên “Terorîst Tirkiye”, “Terorîst Tayyîp”, “Terorîst Erdogan”, “Ji Ocalan re Azadî, Ji Kurdistanê re Statu” hatin berzkirin.
Di axaftinên çalakiyê de kampa AFAD’ê ya hewl didin li Teroyanê ava bikin hate protestokirin. Her wiha li ser êrîşên faşîzan ên dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê dimeşîne hate rawestandin.