Li Elmanya û Awûstûryayê kongreyên NCDK'ê

Navendên Civakên Demokratîk ên Kurd (NCDK) li Ewropayê kongreyên xwe lidar dixin. Di kongreyên li Osnabruck, Bensheîm û Welsê de banga xwedîderketina li berxwedana li Bakurê Kurdistanê hat kirin.

Di kongreyên NCDK ên li Elmanya û Awûstûryayê de berxwedana li Kurdistanê hat silavkirin.

Navendên Civakên Demokratîk ên Kurd (NCDK) li Ewropayê kongreyên xwe lidar dixin. Di kongreyên li Osnabruck, Bensheîm û Welsê de banga xwedîderketina li berxwedana li Bakurê Kurdistanê hat kirin.

OSNABRUCK

Kurdistaniyên li bajarê Elmanya Osnabruckê dijîn bi dirûşmeya "Bi ruhê neteweya demokratîk, em xwe li navendên civaka demokratîk bi rêxistin bikin" 3. kongreya Navenda Civaka Demokratîk a Kurd lidar xistin. Tevî 61 delegeyan bi qasî 150 kes tevlî kongreyê bûn. Axaftina vekirinê ya kongreya li lokala NCDK a Osnabruckê hat lidarxistin ji aliyê Hevserok Serhat Aydin ve hat kirin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ji rêveberiya Enstîtuya Kurd Alî Aksoy axivî û destnîşan kir, ku Şoreşa Rojava nîşanî her kesî daye bê Kurd dikare xwe çawa bi rê ve bibe.

Li ser navê NAV-DEM'ê Tahir Koçer peyivî û diyar kir, bi rêya NCDK wê gel ji bo pirsgirêkên xwe yên civakî bi xwe çareseriyan peyda bike. Di kongreyê de Meclîsa ji 53 kesan a ji 10 komîsyonan pêk tê hat avakirin. Ji bo Hevserokatiyê jî Medya Fatma Îlhanli û Mîthat Goren hatin hilbijartin.

BENSHEÎM

Li herêma Bensheîm a li bajarê Elmanya Essenê jî, Kurdistaniyan kongreya xwe ya NCDK'ê li dar xistin. Hevseroka NAV-DEM'ê Fatoş Goksûngûr jî beşdarî kongreyê bû û di axaftina xwe ya li vir de bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên ji bo qirkirina Kurdan li Bakurê Kurdistanê dimeşîne. Goksûngûr berxwedana li hemberî van êrîşan silav kir û ji bo Kampanya Malbata Bira ya ji bo Cizîr, Nisêbîn, Sûr, Şirnex û Geverê hatiye destpêkirin, banga tevlîbûnê kir. Goksûngûr her wiha berxwedana Elewiyan a li Terolarê jî silav kir. Di dawiya kongreyê de ji bo Hevserokatiya NCDK a Bensheîmê Ayşe Damrî û Osman Saçî hatin hilbijartin.

WELS

Li bajarê Awûstûrya Welsê, Navenda Civaka Demokratîk a Kurd hat vekirin. Merasîma vekirinê roja Yekşemê saet di 13:00 de li navnîşana Traungasse 16 hat lidarxistin. Piştî deqeyeke rêzgirtinê ya li vê derê Denîz Dêrsim axaftina vekirinê kir. Piştre komîsyona ji 40 kesan hat hilbijartin û Dondu Çoban û Osman Bozkûrt weke Hevserokên Navendê hatin hilbijartin.

JI BO KONGREYA LI LÎNZÊ BANGA TEVLÎBÛNÊ

Di kongreyê de ji bo kongreya NCDK a roja Şemiyê li bajarê Lînzê were lidarxistin, banga tevlîbûnê hat kirin. Di kongreya li Lînzê de wê Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Rihayê Leyla Guven jî amade be.

...