Li Stûttgartê ji bo Teroyan
Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê, ji bo Teroyan şeveke piştgiriyê hat lidarxistin.
Li bajarê Stûttgart ê Elmanyayê, ji bo Teroyan şeveke piştgiriyê hat lidarxistin.
Şev ji aliyê Platforma Hewldana Mereşê ve hat organîzekirin. Parlamentera Dîe Lînke Karîn Bînder li vir axivî, polîtîkaya penaberiyê û berjewendiyên hevpar ên rejîmên Erdogan-Merkel rexne kir û got, "Di sala 2014'an de çûm Pirsûsê, di sala 2015'an de 2 caran ji bo çavdêriya li hilbijartinê çûm Amedê. Min rûyê tinekirinê û qirêj ê Erdogan li wir bi xwe dît."
Bînder da xuyakirin, ku armanca Erdogan a ji hewldanên li Mereşê, ne bicihkirina penaberan e, ev yek ji lîstikên wî yên qirêj e.
Nivîskar Azîz Tûnç jî got, "Em ê êşên xwe, hêviyên xwe bikin îsyan-hêrs û em ê hesabê komkujiyan bipirsin." Tûnç da xuyakirin, ku ew ê ti carî neşibin kujerên xwe û got, "Em rêxistinbûyî ne, Em ê li ber wan serî netewînin. Em ê bîatê ji wan re nekin. Lewma me qetil dikin."
Hevseroka NAV-DEM'ê Fatoş Goksûngûr jî bal kişand ser şerê qirêj ê dewleta Tirk li Kurdistanê dimeşîne û got, "Şirnex çawa Kurdistan be, Teroyan jî Kurdistan e." Goksûngûr ragihand, berxwedan û têkoşîna wan a li dijî êrîşên qirkirinê wê mezintir bibe.
Parlamentera HDP'ê ya Wanê Tûgba Hezer jî kesên di komkujiya li Sêwasê de jiyana xwe ji dest dan bibîr anî û bal kişand ser berxwedana xwerêveberiyê ya li Kurdistanê.
Di şevê de Ozan Emekçî, Cemo Dogan, Rojda Lamekan, Firat Îmîrza, Alî Matûr, Ozan Merdo, Hasan Yildiz, Raşo Alî, Zeynep Enhas, Gokhan Buyuktaş, Garîp Nûrhak, Sîdar Engîzek, Grûp Mozak, Grûp Yardil, Grûp Nergîz, Ergul Şaîr derketin ser dikê.